QAMIŞLO – Çalakiyên cihêreng ên ji bo 8’ê Adarê, li Qamşlo, ji aliyê jinên ciwan ve berdewamin.
Bi boneya 8`ê Adarê îro li Qamişlo, bi dirûşma “Bi Rihê Ciwantiya Viyan Û Nûjiyan, emê têkoşîna 8’ê Adarê Bilind Bikin” çalakiya ê pêşbirka duçerxan hat li darxistin. Çalakî îro nîvro di demijmêra 2’an de, li Taxa Hilêliyê destpêkir û li cihê Yekîtîya Werzîşê bi dawî bû. Bi dehan jinên ciwan ên girêdayî Yekîtiya Werzîşê beşdarî pêşbirka duçerxan bûn.
Dawiya bernameya jinên ciwan de, li ser navê Yekîtiya Werzîşê Medya axivî û got;
Em 8’ê Adarê li tevahî jinan û bi taybet li jinên têkoşer pîroz dikin. Em spasiya her beşdarvanekî ku di nava pêşbirkê de cihê xwe girt dikin. Em bi pêşbirka xwe ya duçerxan didin diyar kirin ku jin û bi taybet jinên ciwan dikarin her tiştî bikin. Weke armanc şikandina hin qalibên civakî ye.”
Di heman demê de, çalakiyên jinên ciwan ji bo 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar bi dawî nebûye. Sibe jî wê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve belavok werin belav kirin.