QAMIŞLO – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, cihên dîrokî yên kantona Girê Spî û gundewarên wê wêran dikin û didizin, her wiha beşek mezin ji cihên dîrokî kirine baregehên leşkerî da ku nasnameya şaristanî ya herêmê têk bibin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê ya dagirkirî û gundewarên wê, hejmarek ji şûnwarên dîrokî yên wekî; Girê Sehlan, Dehlîz, El-Sabî El-Abyad, Bajarê El-Far û hwd, her wiha hinek cihên din jî kirin baregehên leşkerî, jê şûnwara Kefîfa ya dîrokî.
Mecilsa kantonê bi rêya Komîteya Çandê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şûnwaran de belge dikin.
Yek ji rêveberên Komîteya Çandê Ferhad Şukrî wiha got:” Em li ser belgekirina şûnwarên dîrokî li herêmên dagirkirî dixebitin. Heta niha me gelek şûnwarên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rûxandin û dizîn, belge kirine.”
Ferhad Şukrî wiha domand:”Şûnwarê Til Sehlan ya dîrokî li gundê Xirbêt Riz ya gundewarê Girê Spî hate xerabkirin û tiştên hundirê wê hatin dizîn.”
Her wiha da zanîn ku gelek şûnwarên dîrokî ji aliyê bazirganan ve rasterast bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker hatine dizîn û derbasî hundirê Tirkiyê kirine.
Ferhad Şukrî di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Dewleta Tirk a dagirker bi rêya van sûcan dike armanc ku şaristanî û çanda herêmên me tune bike. Em bang li rêxistinên peywendîdar yên parastina şûnwarên dîrokî dikin ku destwerdanê bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku sûcên li dijî cihên dîrokî rawestîne.”
Li gorî daneyên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser, li herêmên kantona Girê Spî ya dagirkirî 40 şûnwarên dîrokî hene.