QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan bi çalakiyên xwe yên cihêreng û dewlemend ve pêşwaziya 8’ê Adarê dikin. Di heman de demê de bi berdewamkirina kevneşopiyên xwe yên civakî û parastina çanda xwe de pêşengtî dikin.
Îro ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Qamişloyê ve, pêşwaziya 8’ê Adarê bi şêwazekî çandî hate kirin. Jinên Ciwan bi siwarbûna ser hespan re, li nava bazarên Qamişloyê geriyan. Jinên ciwan çalakiya xwe ji Wargeha Ciwanan di demijmêra 4:00’an de destpêkirin. Di heman demê de jinên ciwan yên ku cihê xwe di nava vê çalakiyê de girtibûn, li nava sûkê belavok belav kirin, naveroka belavokên ku hatine belav kirin wate û rastiya 8’ê Adarê bû.
Herî dawî jinên ciwan dan diyar kirin ku, wê li hember her cure qirkirinê ya li ser civaka kurd têkoşîn bikin, ji bo vê jî bi xwedî derketina li kevneşopiyên xwe yên civakî bersiv ji qirkeran re didin.