HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan li Hesekê Şanoya xwe ya gerok bi coşeke mezin bi dawî kirin.
Yekîtiya Jinên ên kantona Hesekê bi hêz û moraleke mezin ve şanoya xwe îro di roja çaremîn de li beldeya Tûwena bi pêşkêş kirin, di heman demê de jî li vê derê bi dawî kirin. Piştî ku jinên ciwan çalakiya xwe bi dawî kirin, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji hêla Sema Mihemed ve semîner ji bo jinên kedkar yên ku li febrîqeyê dimînin hate dayîn. Di naveroka semînerê de, rastiya 8’ê Adarê û li hember wê nêzîkatiyên zilam hate nirxandin. Herî dawî bi nirîn û vegotinên beşdarvanên çalakî û semînerê ve cejna hemû jinan hate pîroz kirin, û diyarî ji bo hemû jinên kedkar hate belav kirin.
Di Roja dawî ya komxebata Yekîtiya Jinên Ciwan de, wê hemû jinên ciwan bi hezkirineke mezin wê tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin. Wê jinên ciwan di 8’ê Adarê de nav û têkoşîna şehîd Viyan û Nûjiyanan ve bighînin lûtkeyê.