HABER MERKEZİ –
Luqman GULDIVÊ nivîsand
Ingilîstan di meseleya bicihkirina navê PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorîst ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de welatê pêşeng bû.
Ingilîstan, bi navê xwe yê dagirker Meliktiya Yekbûyî û bi navê xwe yê împeryalîst jî Brîtanyaya Mezin, ji bo şer li Ukraynayê derkeve, xwe gelekî westand, ji bo Rûsya dest bi dagirkeriyê bike jî gelekî xwe westand. Niha jî di warê ceza û mueyîdeyên ecêb ên li dijî Rûsyayê xwe gelekî diwestîne. Hin ji van ceza û mueyîdeyan tenê li dijî Rûsan in, yanî eşkere nijadperest in. Ez ê nedim nav wan. Jixwe ê min, kula min Kurdistan e.
Ingilîstan di meseleya bicihkirina navê PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorîst ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de welatê pêşeng bû. Beriya ji YE’yê derkeve jî li ber biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê rabûbû, da ku PKK ji lîsteyê neyê derxistin.
Di dema dagirkirina Efrîn û paşê Serêkaniyê de jî helwêstên Yekîtiya Ewrûpaya ku ew jê derdiket, beramberî Tirkiyeyê pêşî nerm kirin û paşê veguherandin xelatê. Sîleh firotinê, alîkariya madî ya ji bo penaberan danê, heta hikûmeta Elman nirxand ku bi sedhezaran xaniyî li deverên dagirkirî ji “penaberam” re ava bike.
Ev penaber jî esas bi salan e li Tirkiyeyê ye, hinek ji wan malbatên çeteyên dagirker in û dewleta Tirk dixwaze wan belaş di van xaniyan de paşê bi zorê bi cih bike.
Erê, dagirkeriya eşkere ku encama şerekî êrişê bû, li Tirkiyeyê xweş kirin! Weke ku erdê wan be.
Ev çendeke cezayên ecêb ên weke, qedexekirina dersên li ser Dostoyevskî li Îtalyayê, ji kar avêtina şefên orkestrayan ji ber ku Rûs in û sansûreke bêserûber a li dijî her weşana ne alîgirê herika sereke (main stream), li ber çavên min dikevin. Ev ceza encama nijadperestiyekê ne û li aliyê din nîşan didin li ku sînorên azadiya xweîfadekirinê li nava dinyaya modernîteya kapîtalîst diqedin.
Lê hin ceza hene, ku nîşanî me didin, heger bi rastî li dijî dagirkeriyê bûna, welatan dikarî çi bikin: Boykoteke mutleq a malên Rûs li Ingilîstanê diyar e mumkin e. Li Ewrûpayê, ji Ingilîstanê heta bi Fransayê, ji Swîsreyê heta bi Swêdê, ti welatî behsa boykoteke qismî ya malên Tirk jî nekir. Hemûyan qebûl kir ku dagirkeriya êrişkar hiqûqa navneteweyî binpê dike, di dema dagirkeriyê de li dijî mirovahiyê sûc hatin kirin.
Yanî leşkerekî Tirk ku beramberî Kurdên Efrînê yên ku jê re bibêjin tu dagirkerî, nikare bê texeyulkirin jî. Aqûbeta bi hezaran Kurdên Efrînê yên revandî îro jî nediyar e. Ji devereke serjimara wê 400-500 hezar, 300 hezar mirov koçberî Şehba, Heleb û deverên din ên Rêveberiya Xweser bûn. Qirkirineke eşkere ya bê şik û guman li ber çavên her kesî bû. Lê herçî dewlet in, yekê ji wan jî tiştek nekir.
Gelo nikarîbûn tiştekî bikin? Bi helwêstên wan ên beramberî Rûsyayê em eşkere dibînin ku dikarîn, lê tercîh kirin ku tiştekî nekin. Heger wisa ye, Kurd, hêzên wan ên siyasî jî beramberî vî şerê niheq ê Rûsan li dijî Ukraynayê û nijadperestiya Ukraynayê beramberî Rûsên li Ukraynayê, lazim e bibin xwedî helwêsteke ku Kurdistanê û berjewendiya wê diyar dikin. Helwêsteke ku bi propagandaya herdu aliyan bê diyarkirin, jixwe ne rast e. Lê bi ser de jî helwêsteke ku xwe di ser dewletên netewe re diyar bike, û heq û neheq qaşo ji hev cihê bike jî, bi ya min şaş e.
Va ye Newroz tê, Çarşema Reş hefteya bihurî bû, Çarşema Sor hefteya bê ye. Niha dora me Kurdan e ku em çarenûsa welatê xwe û miletê xwe zelaltir diyar bikin. Bi agirê Newrozê, Kurd dikarin dagirkerina Efrîn, Serêkaniyê, Başûr û Bakur li dijminê xwe bikin jehr. Ev jî bi raperînê dibe…
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA