NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzvana mafên mirovan û parêzer Margaret Owen bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya virtual daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kir.
Yek ji pisporên mafên jinan û çareseriya nakokiyan Margaret Owen jî di nava Înîsiyatîfa Aştiya Kurdistanê de cih digire.
Margaret Owen di nivîsa xwe de bi wêneyê xwe yê li ber pankarta ku li ser “Azadî ji Ocalan re” hatiye nivîsandin, wiha nivîsî:
“Divê #Ocalan azad bibe. 23 sal in li Îmraliyê di hucreya yek kesî de ye. Ew ‘Mandela’yê Kurd e ku mifteya aştiya Rojhilata Navîn e. Nivîsarên girtîgehê nîzameke nû ya cîhanê ya ji bo wekhevî, edalet û hêza jinan vedibêje.”