REQA – Fermandar û şervanên YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê merasîmeke leşkerî lidar xistin.
Ji meclîsên leşkerî yên Minbic, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û Kobanê bi sedan şervanên jin tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de meclîsên leşkerî diyarî dan hev û komên muzîkê jî berhemên xwe pêşkêş kirin.
Rêveberên saziyan û nûnerên partiyan jî tevlî merasîmê bûn.