DÊRSIM – Platforma Jinê ya Dêrsimê bi dirûşma “Li dijî xizanî, newekhevî, tundî, şer ber bi têkoşîna rêxistinkirî ve” li Qada Seyîd Riza 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Jinên di saetên serê sibehê de hatin Kuçeya Hunerê dowizên bi nivîsên “Ji jinên girtî re azadî”, “Jin welatê jinê ye”, “Li dijî xespa kedê em bi rêxistin in”, “Li dijî desthildatdariya mêr em li ser piyan e”, “Li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê ber bi têkoşînê ve” û wêneyên Aysel Tugluk a girtî û Semra Guzel a ku parlamenteriya wê hat xistin hatin hilgirtin.
Jinên bi lîrandin û bi def û zirneyê govend gerandin dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî têkoşîna jinê”, “Em bêdeng namînin, serî natewînin” berz kirin. Piştre jin bi girseyî ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Bernameya 8’ê Adarê ya jinan bi axaftinan didome.