WAN – Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Dema azadiya jinan e” mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin.
Piştî mitîngê, bi tevlibûna sedan ciwanî meşeke girseyî hat lidarxistin.
Tevî barîkatên polîsan jî polîsên faşîst êrîşî ciwanên meşiyan kirin. Di êrîşê de gelek ciwan dîl hatin girtin.