ŞEHBA – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, şahiyên cur bi cur, li tevahî cîhanê bi rengê jinê hatin li darxistin. Di heman demê de jî li Şehbayê Jinên Efrînê bi rengê xwe 8’ê Adarê xemilandin.
Îro jî li şehbayê bi rengê jinan li saha Maratê, di bin drûşmeya “Bi pêşengiya jinan, emê bigihêjin azadiya gelan” şahiyeke girseyî hate li darxistin. Piştî destpêkirina şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin, li ser navê platforma komîteya hevbeş a Kongra-Star raporek hate xwandin û 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê hate pîroz kirin. Her wiha li ser navê komîteya jin a kantona şehbayê axaftin hate kirin û di nava axaftinên xwe de, destpêkê ev roj li Rêber Apo pîroz kirin, piştre li tevahî jinan hate pîroz kirin, herî dawî hat diyar kirin ku, 8’ê Adarê sembola jina azade.
Di nava bernameya şahiyê de komên şehîd Berçem (Stran), koma Çiyayê Kurmênc (Govend) û şano ve cihê xwe digirtin û bi vê bernameyê şahiya xwe bi dawî kirin. Herî dawî peyamên ku ji aliyê Yekîneya Parastina Jin YPJ’ê ve hatibû dayîn hate xwandin. Bi dîlana gel re şahî bi dawî bû.