RIHA – Malbata Şenyaşar di roja 369’an de çalakiya xwe ya Nobeta Dadê didomîne. Ji ber sedema ku dawiya heftiyê ye malbat çalakiya xwe li malê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê Twîtterê peyamek belav kir. Malbatê de di peyamê de got, ”Rêveberên welêt ên xurt naxwazin ku civak bîrewer bibe, biaxive û tevbigere. Li nexweşxanê qira malbata me anîn. Heta ku dad bi cih neyê em ê BÊDENG NEMÎNIN ( #SUSMAYACAĞIZ ). Li her deverê vê nehiqûqiyê vebêjin.”