WAN – Li Wanê 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin revandin. Ciwanên ku sedema revandina wan nehate zanîn, niha li emniyetê tên ragirtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgariya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şahîn Akti, Nûrûllah Pakpay û Tarik Kilinç hatin revandin.
Ciwan niha li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê tên ragirtin.