BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir:
Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê ne;
Roja 8’ê Adarê saet 15:40’an û 10’ê Adarê saet 18:40’an de li Girê Koordîne dagirker bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Her du hedef jî bi awayekî bi îsabet hatin lêxistin.
11’ê Adarê saet 16:30’an çeperên dagirkeran ên li herêma Qela Bêdewê bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di vê çalakiya ku 2 çeperên dagirkeran lê hatin xistin de hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehat zelalkirin.
Êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Agahiyên êrîşan wiha ne;
- 9’ê Adarê saet 09:10’an qada Girê Berbizina ya herêma Xakurkê bi balafirên şer bomberdûman kiriye.
- 9’ê Adarê saet 09.00’an qadên Saca û Gûnde Rênçbiraxa yên herêma Zapê bi balafirên şer bomberdûman kirine.”