MÊRDÎN – Qeymeqam û qeyûmê Nisêbînê Ercan Kayabaşi ji bo xwe û malbata xwe ji ber nexweşiyek hêsan li şûna ku biçe nexweşxaneyê tedawî bibe, hemşîreyên taybet biriye mala xwe.
Derket holê ku qeymeqam û qeyûmê navçeya Nisêbîna Mêrdînê Ercan Kayabaşi ji bo xwe û malbata xwe hemşîreyan bi awayek taybet vexwendiye mala xwe da ku xizmeta tenduristiyê ya taybet bidin wan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 45 rojên dawî de qeymeqam Kayabaşi 3 caran ji bo tedawiyek tibî ya hêsan li şûna ku biçe nexweşxaneyê, ji bo xwe, keç û hevjîna xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hemşîreyan biriye malê.
HEMŞÎRE BI TAYBET HATINE WEZÎFEDARKIRIN
Li ser xwesteka qeymeqam sertabîbê nexweşxaneyê du caran hemşîreyek, carek jî du hemşîreyan wezîfedar kiriye û şandiye mala qeymeqam. Ji bo hemşîreyan wesayîta taybet hat wezîfedarkirin. Piştî ku hemşîreyan tedawiya qeymeqam, hevjîn û keça wî pêk anî, bi wesayîta taybet dîsa wan danî nexweşxaneyê.