ŞEHBA – Çalakî li stada gundê Babins ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan werzîşvan, endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê amade bûn.
Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê lîstivan Ehmed Remo û endama rêveber a Meclisa Ciwanan a Kantona Efrînê Emîne Hac Ebdo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyên êriş û kiryarên li dijî gelê Kurd hatin şeremzarkirin û şehîdên Serhildana Qamişlo hatin bibîranîn û hate gotin: “Em soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê heta pêkanîna aştî û rizgarkirina tevahî gelan ji zihniyeta faşîzmê şopderên xeta şehîdan bin. Zemanê koletiyê qediya, dem dema azadiyê ye. Heta serkeftinê wê rêveberî û pêşengtî ya ciwan û jinan be.”
Piştre maçeke futbolê di navbera tîmên mêran a Meclisa Kantona Efrînê û Yekitiya Mamosteyan a Kantona Şehbayê de hate lidarxistin.