MARIGNANE – Bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marignane yê Fransayê doh êvarê meşek hate lidarxistin.
Çalakî bi daxuyaniya bi navê TCŞ’ê dewam kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ciwanên Kurdistanî û gelê me yê welatparêz ê li Ewropayê divê her roj dakevin qadan û heta dawiyê têbikoşin.”
Di daxuyaniyê de ku bi giranî ciwan tevlî bûn, dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Liberte Öcalan”, “Terorist Erdogan” û “A bas le régime fasciste en Turquie (Bimire rejîma Tirk a faşîst)” hatin qîrîn.
Ciwanan di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir, bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.