NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşgera enternasyonalîst Helîn Qereçox bi nasnav Anna Campbell êrîşa 25’ê Nîsana 2017’an li Qereçoxê qebûl nekir û tevlî YPJ’ê bû. Hêlîn Qereçox bi fedakartiya xwe ya di jiyanê de di dilê gelê Rojava û gelê Bakûrê Sûrî de cihê xwe vekiribû. Di Pêngava Xezeba Firatê de li kêleka gelê qehreman ê Kurd û Ereb di nava çeperên şer de cihê xwe girt, di heman demê de sînor şikandin û bi tu awayî ferq cûdahiya netew û ziman nekir.
Herî dawî êrîşa li ser Efrînê ku bi alîkardayînên faşîzma dewlet netewan hat destpêkirin ji bona ku tevlî vî şerî bibe ket nava hewldan û îsrarên pir mezin.
Hêlîn Qereçox ji bona Êrîşa li ser Efrînê hat kirin ev nirxandin kiribû; ‘‘DAIŞ tenê rûyekî pergala koletî û faşîzmê ye. Zihniyeta desthilatdaran tu carî naye guhertin her demê yeke. Hêzên ku êrîşî Efrînê dikin zihniyeta wan û ya DAIŞ’ê heman zihniyete. Li hember rêhevalên me Artêşa Nato ya 2. Heye li hemberî vê artêşê şer û fedekariyekî mezin tê kirin. Dijminê ku li pêşberî me ye ji yê her demê mezintire li kêleka şervanê qehreman li hemberî vî dijminî şer kirin ji bona min Rûmeta herî mezine…
Ji bona ku li kêleka Hevalên xwe be û li hemberî dijmin şer bike xwedî biryardariyekî mezin bû. Bi vê biryara xwe ya serkeftin bi dest xistin û fikra wê ya ‘’Azadî bi berdêlên giran ve tê bi dest xistin’’ gav avêt ser xaka Efrînê. Di çeperên herî pêş de li kêleka hevalên xwe yên tekoşer cih girt. Di 15`ê Adarê de di encama şerekî dijwar û êrîşên hovane de bi 3 rêhevalên xwe re beşdarî nav kerwanên şehîdên nemir bû.