EDENE – Ciwanên li Edeneyê hatin cem hev, agirê Newrozê pêxistin û bi fîşekên hewayî govend gerandin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê ku li taxên Denîzlî û Daglioglû yên navçeya Seyhana Edeneyê ya navendî hatin cem hev, bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” agirê Newrozê pêxistin.
Piştî ku ciwanan agir pêxistin, bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kirin. Ciwan govend gerandin û li ber muzîka ku dihat lêxistin siloganên “Bijî Serok Apo” qîriyan.