BEHDÎNAN – Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê daxuyaniyek weşand, bal kişand ser gotina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku ji bo doktoran gotibû “diçin bila biçin” û got, “Yên ku divê biçin hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst e.”
Di daxuyaniya Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê de hate gotin, “Em çalakiyên we ku bi mehan e hewl didin dengê xwe bidin bihîstin silav dikin. Bi coşa xwe ya dilê şoreşgerî û berxwedêr, we daxwaz û armancên xwe anîn ziman. Gotina ‘Em weke doktor û kedkarên tenduristiyê bi ti cihî ve naçin. Em ê mafên xwe bi dest bixin. Em li vir bûn, em li vir in û em ê li vir bin’ gotinên herî bi wate ne ku têkoşîna we vedibêje. Ked a we ye, gotin a we ye, ev welat ê we ye. Yên ku divê ji vî welatî biçin, ew kes in ku çav berdane keda we. Yên ku divê biçin hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ye.
Hûn endamên pîşeyekî xizmetê ji civakê re dikin, bi ked, têgihiştin û tecrûbeya xwe ya bi salan, we ji bo mirovan xizmet kir. Niha jî bêrawestan hûn bi heman daxwaz û coşê xizmetê dikin. Hûn kedkarên hêja yên tenduristiyê; ji bo bibin hêza bêhêzan, ji bo bibin çareya bêçareyan, ji bo têkoşîna li dijî mirin û nexweşiyê, mîna doh îro jî û sibe jî mafê we yê bingehîn e ku li vê xakê bimînin. Hûn pêşengên vê civakê ne. Hûn di dilê vê civakê de ne. Berê jî civakan her tim dan pey doktor û kedkarên tenduristiyê ku xizmeta tenduristiyê jê re dikin. Çalakiya we, sekna we wê pêşengiyê ji şoreşa civakî re bike.
Têkoşîna ku hûn demeke dirêj e dimeşînin mafdar û bi wate ye. Ji daxwazên we yên sereke; bicihanîna xizmeta tenduristiyê ya cemaweriyê ku xizmeta tenduristiyê ji xwe re dike esas, rakirina yekdestîkirinê û budçeya ji nexweşxaneyên taybet re tê dayin divê ji cemaweriyê re bê dayin, çareserkirina pirsgirêkên aboriyê yên kedkarên tenduristiyê, amadekirina qanûna ji bo bidawîkirina tundiya li qada tenduristiyê, daxwazên girîng in.
Ji ber ku tundiya li qada tenduristiyê tê kirin êdî veguheriye bûyereke ji rêzê. Di nava van du salên dawî de herî zêde tundî li we kedkarên tenduristiyê hate kirin. Li gel nebûna qanûnek ku pêşî li tundiyê bigire her wiha sîstem bi rêya medya dîjîtal tundiyê bêhtir teşwîq dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakiyên kedkarên tenduristiyê nîşaneya rabûna li ber êrişên faşîzan ên hikumeta Erdogan e û hate gotin, Aboriya welêt bi temamî ji bo tunekirina gerîlayên fedayî yên têkoşîna azadiyê ya Kurd li fîşek û bombeyên bi tonan tê xerckirin. Têkoşîna we wê bibe rabûna li ber vî şerê hovane.”
Di dawiya daxuyaniyê de 14’ê Adarê Cejna Tipê hate pîrozkirin û çalakiya kedkarên tenduristiyê hate silavkirin.