KOBANÊ – Bi sedan xwendekarên herêmê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tev li konferansê bûn. Konferans li hola Firat a bajarê Kobanê hate lidarxistin.
Li hola konferansê pankartên bi nivîsa “Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê”, “Em banga azadiya rêber APO dikin “û “Bi zanistê em ê xwe bi rêxistin bikin û agirê Newrozê pêxînin ” hatin daliqandin.
Di konferansê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî, behsa şerê li herêmê û encamên wê kir û îşaret bi damezirandina tevgera xwendekaran û rola wê di rêxistinkirina xwendekarên herêma Firatê de kir.
Ferhan wiha got: “Tişta ku îro li herêmê rû dide têkoşîna zêdetirî 40 salî ye. Beşdarbûna we li vir asta pêşketina ku li herêmê çêbûye, nîşan dide. Her wiha teqez dike ku tevî şerên rû didin em hê jî girêdayî ne û hewldana pêşketinê dikin û li asoyên nû digerin.”
Ferhan Kobanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Rewşa cîhanî bandore li me dike, nexasim dewletên ku hewl didin xaka me dagir bikin. Bi hemû rêbazan dixwazin hevgirtina civakî parçe bikin. Ji ber vê yekê jî ciwanên me hedef digrin ji ber ew baş dizanin ku ew pêşeroja herêmê ne.”
Ferhan Kobanê di axaftina xwe de behsa salvegera destpêkirina aloziya Sûriyê ku ket sala xwe ya 12’an kir û wiha axivî: “Şoreşa Sûriyê ji rêya xwe derket. Kesên ku bang dikin ku ew nûnertiya gelê Sûriyê dikin bûne çete. Kurdên ku destek dan dewleta Tirk xayîn in û ji wan ne cûdatir in.”
Piştî axaftinan rapora salane ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate xwendin.
Paşê sînevizyoniyek girêdayî gotinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê ciwanan de û rola wan di civakê dehate pêşandan.
Di konferansê de Hêvîdar Mistefa û Diyar Hemê weke hevserokatiya Tevgera Xwendkarên Demokratîk a herêma Firatê hatin hilbijartin û hejmara meclisên kantonên girêdayî herêmî hatin diyarkirin.
Di dawiyê de gelek biryar hatin girtin, ji wan:
-Ji bo azadiya rêbertî, wê xebat were kirin, ji ber ku azadiya wî azadiya tevahî gelan e.
-Ji bo rizgarkirina gelên herêmên ji fikirên belav, li gorî fikirê rêbertî xebat were kirin.
-Li hemberî tevahî cure şer, bi taybet şerê taybet ku li ser xwendekaran tê kirin têkoşîner were kirin.
-Hemû kesên ku dixwazin civakê xirab bikin, werin dûrxistin.