QAMIŞLO – Qirkirina di sala 16 Adara 1988’an de bi fermana Sedem Husen ji aliyê generalekî ku berdevkê wî “Eliyê Kimyewî” ve hatiye pêkanîn. Di vê qirkirinê de pênc hezar Kurd hatine qirkirin. Piştî destekariya DYA’yê ya li İraqê Sedem Husen û Eliyê Kîmyewî yên ku wek berpirsyarê vê qirkirinê dihatin zanîn, hatin darvekirin.
Îsal gelek cihên Rojavayê Kurdistanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê çalakî û merasîm hatin lidarxistin. Di van merasîm û bîranîndan de ciwanên Rojava jî bi rengê xwe ve cih girtin.
Bi vê wesîleyê îro li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demoqratik pêşbirkek helbesta hat li darxistin.
Pêşbirk bi boneya salvegera komkujiya Helebçe bû bi tevlîbûna nêzî 20 xwendekar ev pêşbirk pêk hat. Helbest hatin xwendin û di dawiyê de bawername li kesên beşdar bûn hatin belavkirin û xelat li wan hatin belavkirin