NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê got: “Wezareta parastinê ya dewleta Tirk a dagirker agahiyên ku 8 şervanên me li herêma Babê ya dagirkirî şehîd bûne, belav kir, lê ev yek ne rast e û hêzên me tu operasyon li vê herêmê pêk neanîne.”
Navendê di daxuyaniya ku gerînendeyê wê Ferhad Şamî li ser rûpela xwe ya meday sanal weşandibû de wiha gotibû: “Aghiyên hatine belavkirin bê bingeh in û Dewleta Tirk bi kiryarên wiha dixwaze sûcên ku artêşa Tirk li dijî welatiyan li herêmên Şehbayê “bakurê Helebê” û herêmên din pêk tîne, binixumîne.”