NAVENDA NÛÇEYAN – ‘Nobeda Azadiyê’ ku ji aliyê Însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hate destpêkirin, di sala 10’emîn de bi biryardarî dewam dike.
Di hefteya 508’an a çalakiyê de endamên Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) Şitîl Kaya, Zîlan Sertur, Azîme Acar û Sara Avaşîn dest bi çalakiyê kirin.
Azîme Acar bi navê komê daxuyanî da û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo weke endamên TÊKO-JIN me çalakiya vê hefteyê dewr girtin.”
Azîme Acar destpêkê Newroz li gelê Kurd û gel, bawerî û bindestên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz kir û bi bîr xist ku Newroz cejna berxwedan û vejînê ye û got, “Em Newrozê li Rêber Apo û gerîla pîroz dikin.”
Azîme Acar got, “Azadiya me jin ên ciwan bi azadiya Rêberê me dibe. Heta ku Rêberê me azad bibe em jin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Azîme Acar got, “Çalakiya nobedê di heman demê de temsîliyeta têkoşîna Rêberê me ye” û bang li gelê Kurd kir ku tevlî vê têkoşînê bibe.