AMED – Zulkuf Gezen ê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir li ser gora xwe hat bibîranîn.
Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê girtîbû, li dijî tecrîdkirina Rêberê gelan Abdullah Ocalan di 16’ê Adara 2019’an de bedena xwe dabû ber agir. Malbatê û rêveberên Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî, Alîkarî û Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana gora Gezen a li Goristana Yenikoya Amedê kirin û ew bibîr anîn. Gelek kes tevli bîranînê bûn.
‘JI BO GELÊ XWE ÇALAKÎ PÊK ANÎN’
Dayika Gezen, Hava Gezen di bîranînê de axivî û diyar kir ku çiqas sal derbas bibin jî lê êşa dayikan nayê jibîrkirin û got: “Ji bo jiyana azad û ji bo gelê xwe çalakî pêk anîn. Ne ji bo dayik û bavê xwe çalakî li dar xistin. Divê meriv li ser şopa wan bimeşe. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim.”
Piştî axaftinan kesên tevli bîranînê bûn qerenfîl danîn ser gora Gezen û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.