NAVENDA NÛÇEYAN – Ji çar aliyên cîhanê enternasyonalîst ji bo parastina hêviya sosyalîzmê û şoreşa jinê ya di şoreşa Rojava de cih girtiye, tevlî YPG û YPJ’ê bûn.
Yek ji azadîxwazên ku berê xwe da çiyayên Kurdistanê Lêgerîn Azadî (Alina Sanchez) bû. Di sala 2011’an de Alina Sanchez ji bajarê xwe Arjantînê çû çiyayên Kurdistanê û piştre derbasî Rojava bû. Yekemîn enternasyonalîstê Amerîkaya Latîn e ku çûye çiyayên Kurdistanê. Di Pêngava Rizgarkirina Minbic û Reqayê de, Şehîd Lêgerîn bi dermankirina hevalên xwe yên birîndar ên li eniya şer cesareta xwe nîşan dide.
Lêgerîn Azadî di 17ê Adara 2018an de li bajarê Hesekê yê Cizîrê dema ji bo gihandina alîkariyên tenduristî û mirovî ji şêniyên Efrînê re diçû civînekê ligel rêxistinên tenduristiyê yên navdewletî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.