EDENE – Li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê yên Edeneyê danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di operasyonên ku hatin kirin de 10 kes bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê dikin” bi parvekirinên xwe yên medyaya sanal hatin revandin.
Hat diyarkirin ku kesên hatine revandin li Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê û Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Ceyhanê tên ragirtin.