BEHDÎNAN – “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
15’ê Îlonê saet 08:40’î de maşîna Reo ya artêşa Tirk a dagirker ku ji qereqola Şikeftan a navçeya Şemzînan a Colemêrgê derketibû û ber bi gundê Katuna ve bi pêş ve diçû, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate xistin. Bi taktîkeke sabotajê. Di vê çalakiya ku wesayiteke hedef hatibû îmhakirin de 6 serbaz hatin cezakirin û 2 kes jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi ambûlans û helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.
Ev çalakiya serketî ya hêzên me yên YJA Starê, ji bo hilanîna tola 6 rêhevalên me yên di encama êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker a bi çekên kîmyewî li Girê Sor de şehîd bibûn, hate lidarxistin.”