MEXMÛR – Li wargeha Mexmûrê, bi boneya 21’ê Adarê Cejna Newrozê, belavok hatin belavkirin û şêniyên wargehê ji bo pîrozbahiya li wargehê û Qendîlê hatin vexwendin.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 21’ê Adarê Cejna Newrozê, belavok li malan hatin belavkirin û tevahî şêniyên wargehê ji bo pîrozbahiya Newroza la wargehê û Qendîlê hatin vexwendin.
Beriya ku belavok werin belavkirin xebatkarên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û li wir li ser navê komîteya amedekar Hazim Kar axivî. Hazim Kar destpêkê cejna Newrozê li Rêber Apo, şervanên serê çiya û tevahî gelê Kurd pîroz kir. Her wiha banga beşdabûna pîrozbahiya Newrozê ya li wargeh û Qendîlê hate kirin.
Piştî axaftina Hazim Kar, xebatkarên wargehê belavokên 21’ê Adarê belavkirin.