ÎZMÎR – Di sala 1992’an de Rahşan Demîrel, li dijî biryara qedexeya Newrozê dibêje: “Ez agahî didim Îsmet Sezgîn, wê Newroz bê pîrozkirin” û agir berî laşê xwe dide û Newrozê pîroz dike. Rexmî ku di ser vê çalakiya Demîrel re 30 sal derbas bûye jî bandora wê hê jî li Kadîfekale û qadan heye.
Agirê Newrozê ku Kawaya Hesînkar vexistiye bi daxwaza azadiyê ya kurdan geş dibe. Mezlûm Dogan ku weke “Kawayê Hemdem” ê kurdan tê pênasekirin, li dijî îşkenceyên giran di 21’ê Adara 1982’yan de bi 3 darikên niftikê agir berî laşê xwe da û Newroz pîroz kir. Piştî Mezlûm Dogan li dijî zext û komkujiyên ku di salên 1990’an de derketin asta herî jor gelek kesên mîna Zekiye Alkan, Ronahî û Berîvan agir berî laşê xwe dan û laşê xwe kirin agir. Rahşan Demîrel ku li taxa Kadîfekaleyê ya Îzmîrê dijiya jî yek ji van kesan e. Rahşan, li dijî qedexeya dewletê ya Newrozê di 22’ê Adara 1992’yan de li Kadîfekaleyê agir berî laşê xwe da û Newroz pîroz kir.
JINA KU XWE LI KADÎFEKALEYÊ KIR NEWROZ
Rahşan, di 15’ê tebaxa 1975’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik dibe û dema ku hê yek salî ye malbatê wê ji ber zextên dewletê û sedemên aborî koçî Îzmîrê dike. Heta ku ji destê wan tê malbata Rahşan tê Nisêbînê û destê zarokên xwe ji xaka xwe nakin û wan bi hişê welatparêz mezin dikin. Ji ber vê sedemê hê di zarokatiya xwe de Rahşan ji zexta dewletê nas dike û di ferqa nasnameya xwe de ye. Heta dema ku jê re kinc tên kirîn timik dixwaze rengên kincên wê kesk, sor û zer bin. Rojek dema ku bi kincên xwe yên bi rengên kesk, sor û zer diçe dibistanê mamosteyê wê sîlekê lê dixe. Lê Rahşan bersiv dide mamoste û zextên li xwe qebûl nake.
Di salên 1990’an de Rahşan, serhildanên li Nisêbîn û Cizîrê ji Îzmîrê dişopîne û li dijî vê gelek bi hirs dibe û bi çalakiyên ku li dar dixe serhildanan vediguhêze Îzmîrê. Di sala 1992’an de rojek berê Newrozê ji televîzyonê hîn dibe ku pîrozkirinên Newrozê hatine qedexekirin. Wezîrê Karên Hundir ê demê Îsmet Sezgîn dibêje, “Wê îsal Newroz neyê pîrozkirin. Kesên ku pîroz bikin jî çi hewce bike wê ji bo wan bê kirin.” Li ser vê daxuyaniyê de Rahşan di 17 saliya xwe de di 22’ê Adara 1992’yan de serê sibehê derdikeve ser keleha Kadîfekaleyê û agir berî laşê xwe dide û Newrozê pîroz dike. Berî ku ji malê derkeve Demîrel, li ser kaxizekî ev tişt dinivisîne: “Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Neçar im ku bersiva Cizîrê, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Li min xwedî derkevin. Agahî didin Îsmet Sezgîn wê Newroz bê pîrozkirin…Lastîk nebin jî wê bi canê me bê pîrozkirin.”
30 SAL DERBAS BÛ
Piştî vê çalakiya Demîrel Newrozên ku li Îzmîrê tên pîrozkirin girseyî dibin. Wisa ku agirê Newrozê yê Demîrel vêxist derbasî navenda bajaran dibe û bi beşdariya bi deh hezaran tê pîrozkirin. Rexmî ku di ser vê çalakiya Rahşan re 30 sal derbasî bûye jî Newrozên ku li Îzmîrê tên pîrozkirin ruhê demê digihînin îro. Weke her sal wê îsal jî jin li keleha ku Rahşan xwe lê kir Newroz agirê Newrozê vêxin. Kadîfekaleyî çalakî û bandora çalakiya Rahşan vegotin.
HETA ÇALAKIYA RAHŞAN BI DIZÎ HATIYE PÎRZOKIRIN
Halîme Kaygisiz (65) ku malbata wê di sala 1960’î de ji Nisêbîna hatiye û li Kadîfekaleyê bi cih bûye, diyar kir ku dema li taxê bi cih bûne kurd li taxê tunebûne û ji ber vê yekê malbatê wê bi çand û zimanê tirkî mezin kiriye û ev tişt got: “Em şibiyan kesên li vir. Me ji çand, ziman û kincên xwe gelek tişt dan. Heta dema ku ji me re digotin, ‘hûn qet naşibin kurdan’ xweşa me diçû. Me digot qê ev tiştekî xweş e. Lê niha em dibînin ku ev heqareke li me. Bi şiyarbûn û têkoşîna kurdan em jî bi xwe hesiyan û çand û zimanê xwe hîn kir. Dema me heta salên 1990’an jî Newroz bi dizî dihat pîrozkirin. Dema ku agirek biçûk jî dihat vêxistin polis dihatin ditemartin. Heta ku Rahşan xwe şewitand jî wiha bû. Çawa ku me çalakiya wê bihîst em çûn ba mala wan û ji vir jî em çûn cihê çalakiyê. Dema ku em çû polisan wir dorpêç kiribû. Heta ku cenazeyê wê rakirin jî em li vir man. Serhildaneke mezin çêbû. Heta niha min merasîma cenazeyeke wisa nedîtiye. Rojeke mehşerî bû.”
CIWANAN SERÎ HILDA
Di berdewamê de Kaygisiz, destnîşan kir ku Rahşan ji bo gel xwe şewitandiye û wiha got: “Vê bandorê li herkesî kiribû. Ji wê şûn de ciwanan tu qedexeyî guhdar nekir. Ciwanan ji dewletê gelek zext û tundî dît. Lê dîsa jî her sal agirê Newrozê vêxistin. Bi taybetî jî piştî Rahşan ciwanan serî hilda. Bi saya wê me berxwedan û têkoşînê hîn kir. Wê demê em gelek ditirsiyan. Lê niha em natirsin. Ev bi saya Rhaşan bû. Piştî çalakiya Rahşan rexmî qedexe û zextan jî gel li kelehê Newrozê pîroz kir. Agir dihat vêxistin û polis dihatin ditemartin. Gel dîsa jî agir vêdixist. Niha jî mitîngên Newrozê çêdibin. Lê tu tişt cihê agirê ku li kelehê dihat vêxistin nagire. Ez ê ji bo xatirê kesên ku di rêya têkoşînê de canê xwe ji dest dane û ji bo pêşeroja zarokan tevlî Newrozê bibim. Hêvî dikim ku Newroza îsal biratî û azadiyê bîne.”
‘SERDEMA NÛ DA DESTPÊKIRIN’
Ramazan Kaygisiz jî da zanîn ku çalakiya Rahşan ji bo kurdên li Îzmîrê bûye serhildaneke mezin û ev tişt anîn ziman: “Çalakiya Rahşan gel rakir ser piyan. Çalakiyek û girseyeke wiha nehatibû dîtin. Gel bi xwedîderketine mezin li çalakiya Rahşan xwedî derket. Bi deh hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Gel bi dûrişmeyan ber bi Kadîfekaleyê ve diherikî. Berteka gel mezin bû. Cara yekemîn dewletê ji ber vê çalakiyê di paş de gav avêt. Nikaribûn gel zevt bikin. Bi çalakiya Rahşan kadîfekaleyiyan serdemeke nû ya têkoşînê dan destpêkirin. Gelek ciwan ji Rahşan bibandor bûn û tevlî têkoşînê bûn. Gel tirsê ji ser xwe avêtibû û di paş de gav nediavêt. Timik li ser piya bû. Piştî Rahşan serî netewand. Di Newroza Îzmîrê de ruhê Rahşan tê jiyandin. Bi Newrozê agirê Rahşan tê geşkirin. Girseyîbûna Newroza Îzmîrê nîşan xwedî derketina li çalakiya Rahşan e. Em her sal serdana cihê çalakiyê dikin û Rahşan bi bîr tînin. Wê timik Rahşan di hişê me de zindî be û bi çalakiya xwe di têkoşîna kurdan de bijî. Rahşan tu demê nemir û hê jî li qadên Newrozê weke ruhê bi milyonan dijî.”
‘ZAROKEKE WÊREK BÛ’
Hevalê Rahşan ê zarokatiyê Firat Încî jî bi lêv kir ku dema zarokatiyê bi Rahşan re gok leyîstiye û wiha got: “Rahşan gelek ji fûtbolê hez dikir. Dema zarokatiya xwe jî serhildar û xwedî sekneke baş bû. Gelek dihat hezkirin û wêrek bû. Piranî zarokên keç ji zilaman ditirsin lê zilam ji Rahşan ditirsiyan. Rexmî ku zarok bû herkesî hîfza xwe jê dikir. Beriya çalakiya Rahşan her şev bi ser malan de digirtin û welatiyan binçav dikirin. Guhdarkirina me ya stranên kurdî jî dibû sedema binçavkirinê. Difkirim ku ev zext bi Rahşan re hirsê çêkirin. Çalakiya wê bi qasî xemginiyê hirsê jî bi ciwanan re çêkir û serhildanê bi xwe re anî. Mirovên ku berê ditirsiyan û xeber nedidan bi çalakiya Rahşan deng derxistin û li dijî dewletê derketin. Piştî Rahşan gelek ciwanan guhdariya stranên kurdî kirin. Rahşan di ciwanan de hişek ava kir. Bû sedem ku xwe û nasnameya xwe nas bikin. Îsal jî ji bo ku ruhê Rahşan bidim jiyandin ez ê tevlî Newrozê bibim.”
Newroza Îzmîrê wê di 20’ê Adarê de saet di 13.00’an li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin.
ÇAVKANÎ: MA