AMED – Di 16’ê Adarê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê operasyoneke qirkirina siyasî dabû destpêkirin, li Amed û hin bajaran 24 jinên siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û rêveberên sendîkayê hatibûn destgîrkirin.
Piştî îfadeya li emniyetê jin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Li Edliyeyê Seroka Komeleya Jinan a Rosaye Adalet Kaya, Avakara Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, Hevseroka Şaxa TUMBEL-SEN’ê Nîhal Yanik û Sekretera Şaxa Nimreya 1’an a Egîtîm-Senê Hatîce Efe, Yildiz Kardaş û Muhîbet serbest hatin berdan.
Li hakimtiyê Jale Okkan, Emîne Kaya, Sakîne Karadenîz, Remziye Sizici, Fatma Kagmaz, Esma Efeturk û Gulşen Ozer hatin girtin. Hazal Yildirim jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
9 jin li emniyetê ne û îfadeyê didin.