AGIRÎ – Li navçeya Panosê ya Agiriyê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî li qada pişt otogarê pêk hat. Xelkê navçeyê tevî barîna berfê û hewa sar jî li qadê Newrozê pîroz kir. Li gelek gundan ji ber barîna berfê rê hatin girtin û tevlibûna Newrozê zehmet kir. Rêyên hatine girtin ji aliyê şaredariyê ve tên paqijkirin. Xelkê Panosê li ser berfê li ber stranan govendê gerand.
Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin. Hevserokê HDP’a Panosê Rifat Bedîr ewil di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Newroz tenê ne remza gelê kurd remza tevaniya gelên Rojhilata Navîn e û got: “Newroz roja rê nîşandana ji bo mezlûman e. Em bi kelecan bersivê bidin zilmkaran.”