NAVENDA NÛÇEYAN –
Hûn gelekî heta niha, nikaribûn navê xwe bi eşkere bînin liser lêva xwe. Yek civîn ne mumkun bû ku we ji bo xwe çêbikira. Hûn dibînin derveyê welat, hundurê welat de bi hezaran gelê me liser ruhekî nû cejnên xwe civînên xwe heta dawiyê çêdikin. Berê jîhûn nas dikin ne wisa bû, lê niha çêbûye. Di dinyayêde çiqas Kurd heye yekîtiya xwe ya mezin nav xwede dimeşîne. Tabî liser siyaseta rast a PKK ê ev tişta çêbû. Berê hûn baş dizanin ne mumkûn bû çendek durust werine cem hev. Ruhê fedakariyê û cesaret hatibû şikandin. Siyaset nîne, wexta ku siyaset nîne, Serokî nîne însan mîna pezan belav dibin, li hember guran. Tabî mirov liser rewşa welat ji bo şer dikarî bi xurtî jî bisekine. Di va seferê dawîyê jî mirov dikare ji pir aliyan ve liser xurtî bisekine.
Ev çend sale ku şerê taybetî dimeşe rastî jî wek mirin û mayîna we ye. Dijmin bi temamî dixwest me biqedîne. Di 94 an de ketinekî çêbike ku carekedin em ranebin. Ji bo vê jî me nefes bi nefes xwe da ser berxwedanê. Dijminekî ku her alî de topyekun hate ser, te ji te jî çi tê xwestin? Tu yê berxwe bidî. Me ev çêkir. Ev xebatê 94 an. Niha em di serê vê salê de jî dibînin ku niyeta dijmin pir xerabe. Dixwaze mirina me heta dawiyê çêbibe. Lê neçû serî. Tabî divir de divê her înasê me haya wan ji xwe hebe. Hay ji niyeta dijminê xwe hebe. Yên ku liser azadiya xwe, liser netewiyeta xwe, yekitiya xwe nesekine, liser siyaseta xwe nesekine ew insanekî pir ketiye. Di aliyê şerefê de jî tiştekî nexzwaze aliyê însaniyetê jî xwe însan nehesibîne. Dijminekî ku liser te hertişt meşand, te nikaribu li hember wî tiştekî bikira, wê demê tu ji miriyan xerabtirî. Ji bo vî Di hemû alemê de jî hemû gelan de jî bi vê şeklê ye. Eger me di van salan de berxwedan çênekiribûya ême jî ji miriyan xerabtirbûna û mirin jî bibûya rastiya me. Me va ji destê dijmin rakir. Dixwest yên mayî ji miriyan xerabtir bike. Ev firseta me neda wî, ev jî tiştekî ne biçûke.
Mirov hinek tiştan baş nasbike. Çi tê serê mirovan, derdê wî yê esasî çî ye. Hûn baş dizanin, Ehmedê Xanê beriya vî 300 salan wexta Mem û Zîn nivîsand, liser wî bîranîna 300 salan jî ez dibêjim, digot ‘’ derdê me Kurdan çiye? Liser yekîtiyê digot, liser welatparêziyê digot. Bi eşqeke mezin û dawî jî nedît. Ne yekîtî, ne welatparêzî ne eşq yek jî neçû serî. Feryad û fîgan û mirin… Niha mirov lê dinêre 300 salî şûnde di vê bîranînê de jî armanca Ehmedê Xanê danî pêş xwe dimeşe. Ji bo yekîtiya gelê Kurd, ji bo hukmê gelê Kurd gavên têne avêtin, tiştên sed salan beriya vî hatine xwestin, çêdibe. Berê hûn baş dizanin Kurd yek biyek aîle bi âile perçebû, di hundure ailekî de jî perçebû. Kesekî wiha liser yekîtiya welat, liser siyaseteke wisa rast bisekine, temsîl bike tinebû. Ev tişta jî niha çêbûye. Di bin Serokiya PKK ê de, yekîtiya gelê Kurd Roj bi roj xurt e. Çend salan beriya vî ne mumkun bû bi hezaran bihata cem hev, niha ne bi hezaran, ne bi sedhezaran bi mîlyonan gel liser fikra yek, li ser siyaseta yek, li ser meşa azadiyê dimeşe. Di vê newrozê de jî bêhtir wiha meşiya. Ew sefera ku dijmin vê dawiyê çêkirîye li hember vê yekîtiyê, li hember vê hêviyê, li hemberî vê berxwedaniyê bû.