QOSER – Cejna Newrozê îsal jî bi rengekî li gorî ruhê wê tê pîrozkirin berdewam dike. Bi pêşengiya ciwanan her der bi rojan veguherî qada Newrozê.
Li Qoserê jî Newroz veguherî berxwedan û serhildanê. Polîsên ku piştî pîrozbahiyê êrîşî ciwanên dimeşin kirin, rastî bertekên tund ên ciwanan hatin. Ciwanên ku derbasî berxwedana xweparastina cewherî bûn, bi ruhê Newrozê ketin nava berxwedanê.
Polîsên faşîst ên ku bi roj neçar man li pêşberî ciwanên welatparêz paşve vekişin, bi şev hewl didin bikevin nava taxan û hewl didin operasyonê pêk bînin.
Ciwanên Welatparêz ên ku ev êrîşa polîsan dît, li taxan dest bi berxwedaneke aktîf kirin. Polîsên ku li gelek cihan bi molotof û fîşekên hewayî tên rawestandin, bi çekan êrîşî ciwanan dikin.
Pevçûnên di navbera Ciwanên Welatparêz û polîsên faşîst de dewam dikin.