TIRBÊSPIYÊ – Bi diruşma “Dest bi dest Newroz ji nû ve bedewtir dibe” Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi beşdariya 100 kesan dest bi pêngava paqijkirina derdora bendava Mizgeftê ya li navçeya Tibespiyê kir ku dê şahiya Newrozê li wir darkeve.
Di pêngavê de derdora bakur û başûrê bendavê û dar hatin paqijkirin.
Têkildarî mijarê, rêveberiya dibistana amadehî ya bajarokê Maşûq jî şahiyek ji xwendekar û malbatên wan re li dar xist.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê rêveber ê dibistana amadehî Zana Mûsa axivî, cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û da zanîn ku Newroz meşaleya azadiyê ye ku îro di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi jiyana hevbeş a demokratîk a pêkhateyan nîşan dibe.
Piştre xwendekaran stran û şano pêşkêş kirin. Şahî bi pêxistina agirê Newrozê bi dawî bû.