NAVENDA NÛÇEYAN –
Dîtina agir yek şoreşa bingehîn ya hebuna jiyanêye. Agir ronahî, xweşikî, hêviye… Dema em kurahiya dîrokê vedikolin qewmê ku îbadet ji agir re dikin hene,agir bi avê na vemirînin, di mal tu caran bê agir namîne, malek agir vemirîne û ji cîranan bigre ew mal di anava derdorde dikeve rewşek cuda de. Ev qewmê Zerdeştî ku weke gelê îbadet ji agir re dikin tên nasîn, hemu ayîn û pîroziyên xwe li ber agir dikin. Ya dayîka xwedawend tu çakuçê Kawan ji ser serê Dehaqan kêm nekî, me ji ronahiya agirê Zerdeşt bê par û mehrum nekî Newroz cejneke netewî, serhildanek li hemberî zilmê, agirê paqijkiirna qirêjiya desthilatdaran, nîşaneya yekbuna gelan, sembola berxwedana li hemberî xeta teslimyetê û felsefeya gotina “Berxwedan Jiyane”ye. Ji B.Z 612 an heya niha Newroz buye sembola berxwedan û serkeftina li hemberî dagirkerî, zordarî, polîtîkayên îmha û înkarê.
Împaratoriyên dixwazin xwe bi xwîna ciwanên Kurd tîmar bikin, bi tarîkirina pêşeroja netewa Kurd hebuna xwe bidin berdewamkirin hertim bi rihê Newrozê re ru bi ru hatine. Bi destana Kawayê Hesinkar ango derketina Newrozê re dîrokek tê ser ziman, di nava vê dîrokê de qala zilm û zordariya Keyayê Asuriyan, bi mejiyê ciwanên Kurd xwe li ser lingan girtin û xwîna wan vexwarinê hebuna xwe berdewamkirinê, li bermaberî vêna amadekariyên serhildanek bi heybet, yekitiya netewekê, lehengiya Kurdan ya li hemberî koletiyê û azweriya xwebuyîn û jiyanek azad tê ser ziman. Gelê Kurdê ku ji baweriya Zerdeştî tên û agir jibo wan pîrozbu bi tekoşîna li hemberî Dehaq û serkeftina hatî bidestxistin bi agir sembol kirin roja serkeftinê weke NÛ-ROJ ango roja nû, vejîn û hebun bi navkirin ango agir bu sembola roja nû. Li ser vê serkeftina zarên Mediyan re hezar sal derbasbun, her sal di 21 Adarê de li gel xemla biharê keç û xortên Kurdan bi cil û bergên netewî xwe dixemlînin û liber agirê Newrozê dîlana azadiyê digerînin.
Dema em ji derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û vir de qala Newrozê bikin ev tam 50 sale gelê Kurd bi agirê Newrozê, ango bi agirê bedena Kawayê Hemdem Mazlum DOXAN û Zekiye ALKANAN dîrokek ji agir dinivîsin. Çawan ku Kawayê Hesinkar di dema herî zor û zehmet de dema dagirkeran dixwestin gelê Kurd tune bikin de bi Çakuçê xwe serê dehaqan perçiqand û agir pêxistin û mizginiya Nû Roja Kurdan da, di dema ku dewleta Tirka faşîst ne dihişt pelên daran jî li Kurdistanê bi heje, Kurd, Kurdî û Kurdbuyîn qedexe kirî, hebun û çanda Kurdewarî înkar û îmha dikir, li ser gelê Kurd komkujî pêk di anî de agirê bedena Mazlum DOXAN bu ronahiya rêya azadiyê. Berî derketina PKK’ê dijminê dagirker axa mirî li ser Kurdbun û Kurdistanê belavkiribu, ne ziman, ne çand ne jî tu nişanayên bi navê Kurdbunê li Kurdistanê ne di hate pejirandin xwediyê malê dihate înkar kirin, xwe radestkirin, înkar kirin buyîna nîjad û qewmek din, ziman û çandek din dihate ferzkirin.
Li Kurdustanê nîjadek bi wê re dîrokek hêdî hêdî dihate tunekirin çiruska yekem bi komek Apoçî li ser fikra “Kurdistan Dagirkiriye” derketin holê. Ji pêşnegê van koman Rêheval Mazlum DOXAN ku buye sembola Newrozê xwedî kesayetek jîr, dilnizim, fedekar, pêşeng û zanabu. Di sala 1955 an de li Karakoçan ê ji dayîk dibe. Dema Rêheval Mazlum zanîngeh dixwend tevgera azadiyê nas dike û beşdarî komên despêkê dibe. Di demek kin de dibe yek ji pêşengên tevgerê yê bi bandor, lê di jiyana wî de buyera ku mohra xwe lê daye û buye Kawayê Hemdem bexwedana li zindana Amedê û çalekiya di 21’ê Adara 1982 an de pêkaniye. Dema ku dewleta Tirka faşîst di xwest tevgera azadiyê ku jibo gelê Kurd buye hêviya sedsalê û axa mirî li ser Kurd û Kurdistanê avêtiye bi cuntaya leşkeri ya 12’ê Îlona 1980 an di zindanan de tune bike bi fetisine kadroyên PKK”ê bi pêşengiya Mazlum DOXAN di zindanê de derbeyên giran li dewlet faşîst dan û politikaya înkar û îmhayê politikaya zindanan ya teslîm girtin û îxanetê valederxistin. Çalekiya şeva çaran, rojiya mirinê û çalekiya Rêheval Mazlum DOXAN di zindanên Amedê de bi slogana “BERXWEDAN JIYANE” di dîroka Kurdistanê de rupelek nu dan vekirin.