NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di 21’ê Adara 2017’an de di Newroza Amedê de bi guleya polîsan hat qetilkirin. Birayê Kemal Kurkut ê mezin Ercan Kurkut, di derheqê Kemal de wiha vedibêje: “Dengê me bû, bêhna me bû, hawara me bû.”
Ercan Kurkut got, “Piştî Kemal hat qetilkirin dinya me xera bû. Dengê me, bêhna me, şahiya me qetil kirin” û diyar kir ku bi qetilkirina birayê wî re peyameke zelal hatiye dayîn. jenosîd ji bo Her kesên ku ji xwe re dibêje ez Kurdim peyama Qetlîamê hat dayîn.
Ercan Kurkut têkildarî birayê xwe Kemal Kurkut, qetilkirina wî û bûyerên piştî wê ji ajansa me re axivî û got:
“KEMAL, ZILMA DEWLETÊ DI SERHILDANA GEZIYÊ DE NASKIR”
Navê min Ercan Kurkut. Birayê Kemal Kurkut ê di sala 2017 ande hate qetilkirin. Jiber karên sîyasî, yên ku min li Tirkiyê dimeşand, min ceza girt û ev nêzî şeş sale li Ewrûpayê dijîm. Kemal di malbatê de yê herî biçûk bû. Me bavê xwe di temenekî biçûk de winda kir. Piştî mirina bavê min, bi xwezayî bar hemî ket ser milê dîya min. Dîya min di vê axê de karê xwe yê rojane dikir, bi çûyîna karê zevîyan de di hewldana jibo me mezin bike de bû. Di vê pêvajoya dijwar de Kemal jî hîn 4-5 sali ya xwe de zarokek piçûk bû. Di Kûrdistanê de gotinek wiha dibêjin; piçûkê malê delaliyê malê ye“. Jiber vê yekê ew jî xweşikbûyîna mala me bû, kelecana mala me bû.
Kemal dibistana seretayî û ya navîn li Malatyayê xwend. Piştre çû liseyê. Lê di sala dûyemîn de dev ji lîseyê berda. Piştre ji mere got ku hezdike bixebite û ligel birayê min ê ji min piçûktir, dest bi xebatê kir. Piştî ligel birayêmin xebitî, ez ew dem li Stanbolê dijiyam, xwest were Stenbolê, hate ligel min li Stenbolê. Liwir dest bi xebatê kir. Dema ku hat, Serhildana Gezîyê hîn nû despê kiribû. Dibe ku Kemal, ew dem tundîya dewletê, zilma dewletê liwir naskir û ev jî Kemal kaşê lêgerînek nû kir. Piştre ji min re got ku dixwaze biçe Malatyayê. Got, ezê herim Malatya yê dixwazim dibistana xwe biqedînim. Vegeriya Malatya‘yê. Me jî pişgirî da.
“DENGÊ ME, BÊHNA ME BÛ, QÊRÎNIYA ME BÛ”
Vegeriya Malatyayê, lîse di derve de qedand. Piştre, li Zaningeha Înonu dest bi beşa muzîkolojîyê kir. Kemal di jiyana xwe de kesekî bêdeng, kesekî sekan bû. Lê piştî despêka beşa muzîkolojîyê, piştî hinek bi muzîkê re mijul bû, êdî di odeya Kemal de an dengê gîtarê, an dengê piyanoyê an jî ya ku herî zêde hezdikir dengê kemanê dihat. Piştî ku Kemal çû zaningehê, êdî yê ku bêdeng, sekan çûbû, li şûna wî ciwanek pir bideng hatibû. Êdî ew dengê me, bêhna me bû, qêrînîya me bû. Helbet di vê navberê de li cihekî din jî rastî tundiya dewletê hat. Kemal di komkujîya Enqerê ya Garê de bi saniyeyan xelas bû.
Roja ku Kemal hat qetilkirin min nûçe dişopand û ji aliyê Walîtiya Amedê ve di binnivîsê de daxuyaniyek hat dayîn û jêrnivîsa wê jî wiha bû: “Kesên xwekuj ê ku dixwest bikeve qada Newrozê hat bêbandorkirin. Helbet ev xeber me têr nekir, ji ber ku em dewletê ji berê da nas dikin. Ji ber ku dema em li pêkanînên dewletê dinêrin, ê ku heta roja îro, li Enqere, Pirsûs, Stenbolê, belkî li gelek cih û deveran mudaxale li êrîşên xwekujî nekiriye jî dewlet bû. Çawa mudaxale kir? Ev jibo me pir nakokî bû. Min roja din bihîst ku Kemal mirîye. Heta ew roj min çend hevalê xwe yên li Amedê pirs kir. Bûyer çîye? Eslê vê bûyerê çîye? Gotin ku haya wan jê tûne; lê gotin ciwanek hatiye kuştin.
“PEYAMA SEREKE PIŞTÎ KUŞTİNA KEMAL HAT DAYÎN”
Piştî ku Kemal hat kuştin dinyaya me bi ser serê me de hilweşiya, dengê me, bêhna me, şahiya me, kêfa me ya jiyanê kuştin. Bi rastî jiyana me ya piştî wê rojê jî her roj bi êş, her ku em Kemal di medyaya civakî de dibînin, jibo Kemal dîsa dimire. Dewlet bi vê çi peyam da? Jixwe dewletê heya roja Îro li Kurdistanê bi hezaran kurd qetil kir, peyama dewletê, siyaseta înkar û jenosîdê ya li hemberî her kesê ku bêje ez Kurd im. Dewletê jixwe beriya niha jî ev peyam dabû.
Di rastiyê de peyama sereke piştî kuştina Kemal hat dayîn, ji ber ku dest danîna polîsên ku qaşo ji ewlekariya gel berpirsyar in, piştî kuştina Kemal ser dîmenên kameraman û rojnamevanên derdorê û piştre jî xapandina gel a Walîtiya Amedê ku delîl hatin îmhakirin, daxuyanîya ku daye, dibeku li hemberî me, li hemberî malbata wî lînç kirin û piştre îşkenceya Walîtiya Meletiyê li cenaze kir, ev peyamên wê rojê bûn. Helbet piştî wan peyaman hîn zêdetir zêde bûn. Kujer piştî dadgeha ku sê sal dom kir hat berdan. Weke hûn jî dizanin di van demên dawî de biryara dadgeha îstînafê hebû, me li dijî vê beraetê û îstînafê îtîraz kir. Dadgehê biryar da û diyar kir ku Kemal di çarçoveya qanûnî de hatiye kuştin. Ev biryarek pir tirsnak e, bi rastî jî biryarek fikar e.
Di kuştina Kemal de ewqas peyam hene, bi jimartinê naqedin. Dadgeha îstînafê ev peyam da: Ji rayedarên dewletê yên ku çek di destên wan de re got: Li ku derê hûn dixwazin, li ber kamerayan, li pişt kamerayan, li ku derê bixwazin hûn dikarin lêxin. Gotin em we nadarizîn. Dadgeha îstînafê van peyaman dide û rê li kuştinên nû vekir.
“EM HÊVÎDARIN EV NEWROZ BIBE SEDEMA YEKÎTÎYA KURDAN”
Helbet emê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Peyama me ya ji bo Newroza îsal ev e: Bi rastî jî zehmet e ku bi vê dewleta ku ev komkujî pêk anî, di dîroka komarê de bi salan zilm û zordarî li kurdan kir û îradeya kurdan nas nekir re aşitî bê kirin. Şert û mercên aştiyeke muhtemel a bi vê dewletê re bi temamî ji holê rabûn. Peyama me ev e: Em hêvîdarin ev Newroz bibe sedema vê, êdî Kurdên çar parçeyên Kurdistanê werin gel hev, heta ku em li hev necivin dê ev komkujî berdewam bin. Em hêvîdarin ev newroz bibe sedema yekîtîya Kurdan. Bi vê sedemê em Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dikin. Ez her kesî bi hezkirin û rêz silav dikim.