NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya zayîna 50’emîn a Rêberê Gelan Rêber Apo îro Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo li taxa Qedurbek şahiyek mezin lidarxistin.
Şahî bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyana şehîdan destpêkir. Piştî wê axaftina şahiyê hat kirin û piştî axaftinê agir hat pêxistin û ciwanan dîlan gerandin. Di hêman demê de şahî bi poster û alên Rêber Apo û PKK û alên ciwanan hatibû xemilandin.
Hêjayî gotinê ye ku ev şahî di çarçoveya şahiyên pîrozbahiya newrozê li hemû bajaran û taxan hetibû lidarxistin,
Di hêman demê de ciwan û jinên û gelê herêmê li pekrewangeha Ş. Delîl Saroxan mum li ser gorên şehîdan pêxistin.