COLEMÊRG – Li Geverê ciwanan agirê Newrozê vêxist û piştî pîrozbahiyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan.
Li Taxa Ormanê ya navçeya Gever a Colemêrgê, ciwanan Newroz pîroz kir û ji bo Rêberê gelan Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Ciwanên li taxê li hev kom bûn agirê Newrozê vêxistin û bi teqandina fîşekên hewayî û dirûşmeyan Newroz pîroz kirin.
Piştî pîrozbahiyê ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li nava taxê dest bi meşê kirin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji bo Ocalan” berz kirin.
Her wiha şêniyên taxê jî bi çepikan û tilîliya piştgiriya çalakiya ciwanan kirin.
Piştî demekê polîsan êriş bir ser ciwanan. Polîsan bi wesyîtên zirxî serê kuçeyan girtin û agirê ku ciwanan vêxistibû temirandin. Ciwanan jî bi keviran bersiva êrişên ciwanan da.