QENDÎL – Şêniyên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo pîrozkirina Newrozê diherikin qada Newrozê ya li Binarê Qendîlê.
Bi deh hezaran kes, bi taybetî ji herêmên Silêmanî, Ranaya, Helebçe, Şengal, Germiyan, Kelar û hwd. ên Başûrê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku ji aliyê Şaredariya Binarê Qendîl ve hate organîzekirin, berê xwe dan qada Newrozê.
Li qada Newrozê stran û helbestên şoreşgerî tê gotin.
Her wiha wêneyên şehîdan û alên PKK, KCK, KJK û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan.
Li Qada Newrozê peyamên KCK, KJK, Tevgera Azadî bêne dayin, her wiha hunermend û kesayetên naskirî û nûnerên sazî û partiyên cuda tevlî pîrozbahiyê bûne.
Çav li rê ye ku bername bi fermî destpê bike û agirê Newrozê yê sala 2022’an a li Qendîlê bê pêxistin.