SÊRT- Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Li Sêrtê gel serê sibê ji malên xwe derketin û berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Li qada pîrozbahiyê alên HDP’ê hatin daliqandin û jin, zarok, ciwan û pîr û kal bi cilên xwe yên herêmî û bi rengê kesk, sor û zer tevlî pîrozbahiyê bûn.
Newroza Sêrtê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Komîteya Amedekar a Newrozê derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir.