ERZIROM – Pîrozbahiya Newroza 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan li navçeya Tatos a Erziromê dest pê kir. Newroz, li Dûryana Xaçerêyê hat pîrozkirin. Hêj ji saetên serê sibehê ve welatiyan berê xwe dan qada Newrozê.
AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIN
Xelkê Tatosê bi coşeke mezin ber bi qadê ve hat û pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê dest pê kir. Welatiyan agirê Newrozê bi coşeke mezin vêxist û piştre jî li dora agirê Newrozê govend gerandin.