RIHA – Yek ji deverên ku Newroz bi coş lê hate pîrozkirin navçeya Wêranşarê ya Rihayê bû. Ji serê sibehê ve girseya gel herikî qada Mezatê û li pêşiya ketina qadê rêzeke dirêj çêbû.
Di dema deqeya rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan de ciwanan sirûda Çerxa Şoreşê xwendin. Komîteya Amadekar a Newrozê û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan silav dan gel. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Ciwan fedayiyên Apo ne” hatin qîrîn. Piştre jî hunermend Şîlan Dora hunera xwe pêşkêş kir.
Di pîrozbahiyê de hunermend Cemîl Koçgirî derkete ser dikê û li ber stranên wî govend hate gerandin.