BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ev agahî dan:
“Gelê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi ruhê berxwedan û serketinê yê hêzên me yên gerîla ku li Mamreşo, Zendûra, Girê Sor û Werxelê berxwedaneke dîrokî kirin, herikî qadên Newrozê. Hêzên me yên gerîla jî Cejna Newrozê li her qada ku lê ne bi coş û bi merasîmên bi heybet pîroz kirin. Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî xwe li vê sekna bi heybet a gelê me û hêzên me yê gerîla rabigire, êrişên berfireh û biran bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye. Agahiyên li ser êrişan wiha ne:
12’ê Adarê saet di navbera 20:15-23:00 de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi çekên giran hate bombekirin.
14’ê Adarê saet di 07:40’î de derdora gundê Sêdarê yê herêma Garê bi balafirên şer 3 caran û quntara Girê Biharê yê herêma Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.
14’ê Adarê saet di navbera 17:00-17:30 de qada Golka ya herêma Metînayê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.
14’ê Adarê saet di navbera 16:45-17:30’î de qada Werxelê ya Avaşînê, qada Saca ya Zapê û quntarên Girê Şehîd Şerîf ê Xakurkê bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.
16’ê Adarê saet di navbera 12:00-21:30’î de li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê helîkopter geriyan. Derdora gundên Serarû, Êdinê, Dergelê û Dêşîşê û derdora Girê Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
16’ê Adarê saet di 17:50’î de quntara Girê Ortê yê herêma Metînayê, saet di navbera 18:00-20:00 de qadên Karker û Girê Cehennemê yê herêma Zapê bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.
17’ê Adarê saet di 02:30’î de qada Şehîd Şahîn a herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.
19’ê Adarê saet di 16:00 de qada Gundê Gûzê ya herêma Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin Heman rojê saet di navbera 16:00-18:00 de qada Gundê Fileha ya herêma Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan, qada Kûnişka jî bi balafirên şer 2 caran hatin bombekirin.
20’ê Adarê saet di navbera 00:30-02:30’î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê û qada Kela Bedewê ya herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
21’ê Adarê saet di 12:00 de qada Kafya ya herêma Garê bi balafiran hate bombekirin.
21’ê Adarê saet di navbera 09:00-12:00 de quntarên Girê Amediyê û Girê Biharê yên herêma Zapê 3 caran bi balafirên şer û qada Girê FM jî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin. Heman rojê qada Saca ya herêma Zapê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.”