WAN – Zana Tîmûr ê ku li taxa Hacîbekir a Wanê dijî sala 2018’an hate destîkirin û piştre hate girtin. Zana Tîmûr piştî ku 5 mehan girtî ma bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Lê li gel ku ev ev 4 sal in hatiye berdan jî şertê kontrola edlî ya li ser Zana Tîmûr nehate rakirin û ev 4 sal in her heftî diçe qereqolê û îmzeya xwe dide.
Heftiya çûyî dema teblîgehateke dî ji Zana Tîmûr re hat û saleke dî hatiye zêdekirin ku Zana Tîmûr her heftî biçe qereqolê û îmzeyê bide. Îmzeya ji bo kontrola edlî ya Zana Tîmûr ku îdîanameya dosyaya wî jî nîne kirin 5 sal.