STENBOL – Midûrê Dibistana Seretayî ya Mîthatpaşa ya Osmangazî ya Bûrsayê Haydar Akin, ji mamosteyan re nivîsek şand û di nivîsê de ferman da ku nehêlin xwendekarên keç û kur li kêleka hev rûnin.
Di nivîsa midûrê dibistanê wiha hatiye gotin:
“Hevalên min ên mamoste û hêja, ji 22’yê adara 2022’yan ve êdî divê pergala rûniştinê ya polan were guherandin. Li gorî vê; divê pergaleke wisa hebe ku xwendekarên keç û kur li kêleka hev nerûnin.”