NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dilê min wer tê, hema ez bibêjim armanca gerdûnê mîna ku azadî be. Min gelek caran ji xwe pirsiye gelo gerdûn li pey azadiyê ye. Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesibandin; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re elaqedar heye. Eger mirov li dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez enerjiyê weke azadî destnîşan dikim. Ez bawer dikim ku perçika maddî jî pakêtoka enerjiyê ya di rewşa mehkûm de ye. Rohnî rewşeke enerjiyê ye. Ma gelo kes dikare înkar bike ku rohnî xwedî herikîneke pirr azad e wexta em şaristanî dibêjin li gorî etîka civakê em behsa mezinkirin, bilindkirin û pêşketinê nakin, em wê weke serberjêrçûyînê û zordestiyê şîrove dikin. Civaka şareza li gorî nirxên berê yên dayika komin di warê exlaqî de serberjêrçûyînê îfade dike. Di zimanê herî kevin de ku em nas dikin, di Sumerî de ev yek bi awayekî balkêş tê îfadekirin. Gotina amargî hem tê maneya azadiyê û hem tê maneya vegera li dayik û xwezayê. Pêhisîneke rast e ku di navbera dayik, azadî û xwezayê de têkiliyeke wekhev a balkêş û rast hatiye danîn. Civaka Sumer a cara pêşî civaka şareza nas dike, bi gotina amargî hesreta xwe ya ji bo civaka komin a dayikê îfade dike ku hînê ji wan nirx an jî civaka berê ya komin dûr neketiye. Di orjînalîteya Sumerê de mirov vê serûbinbûnê hem dikare bibîne, hem jî balkêş e, û mirov jê hîn dibe.
kengî ferd çanda rabirdûyê ya civakê dawerivand hinavê xwe, wê demê dikare bibe endam û mensûbê wê. Ji bo mirov bibe civakî, timî hewcedarî bi hewldanekê heye. Her çalakiya civakî di heman demê de çalakiyeke civakbûnê ye. Ji lewra ferd, ne ku weke dixwazin, li gorî civak dixwaze ava dibin û nikarin xwe ji vê yekê xilas bikin. Ji ber ku civakên li mêtingerî û zordariyê vekirî bêguman civakên hîyarerşîk û çînî ne, daxwaza azadî û berxwedanê ya ferd jî wê her hebe. Ferd wê civakîbûnên bi koletiyê têne avakirin ti carî bi riza xwe qebûl neke. Dîsa wê qebûl neke ku bi civakên mêtinger, biyanî û cuda re bibe yek û wê li dijî asîmîlasyonê jî li ber xwe bide. Lê dîsa jî wê hewl bidin ferd di nava çerxên saziyên perwerdê û zordariyê yên civakê de bihelînin û heta tine bikin. Çerxên civakî wê mîna aş, bihêrin û li gorî xwe ji ar û hevîr amûran çêkin. Çi nakokiyên navbera saziyan, çi jî mirovê li ber xwe dide wê her tim di nav civakê de li gorî mêzînan li hev bikin û cihekî bigirin. Ne hêza civakê ya mutleq a helandinê heye, ne jî ferd şensê xwe heye bi tevahî ji civakê qut bibe.
Bêguman em mehkûmê metafizîkan nînin. Lê em nikarin ji dîtin û pêşxistina ‘qenctir, delaltir, azadtir û rastir’ bigerin. Çawa ku çarenûsa me nîne, em bibin mehkûmê xirabî, krêtî, koletî û çewtiyê, her wisa şêwazê jiyaneke rast, azad, delal û qenc jî ne bê îmkan e. Weke alternatîfa herî xirab, em mehkûmê jiyana ‘nîhîlîst’ nînin ku bê berpirsiyarî û bêgavî (di serî de modernîteya kapîtalîst bi tevahî pergalên dewletdar û hiyarerşîk) rê li ber vedikin. Pevçûn û pevketina di vî warî de bi qasî dîrokê, ji demên destpêkê yên avakirina civakê dewam dikin. Di roja me ya îro de aliyê vê mijarê yê xweser ew e ku di dema jihevdeketina sîstemeke weke modernîteya kapîtalîst de diqewime; ev jî ji bo gera li qencî, delalî, azadî û rastiyê helwestên nû yên çalakî û fikrên xweser ên têkoşînê ferz dikin û hewcedariya ji nû ve avakirina civakê nîşan dide. Ji bo vê jî hewcedarî bi xebat û hewldanên bi xwestek ên di asta eşqê de hene, her wisa gera li rêyên herî zanistî yên nû (rêbaz û rejîma heqîqetê) jî hene.
Em baş dizanin, di demên modernîteya kapîtalîst de heman demê ji bo utopyayên azadî û wekheviyê qiyamet hatin rakirin. Ji bo van utopyayan bi cih bînin gelan pirr hewl da û li ber xwe dan. Mîna deryayê xwîn herikî. Êşkence li bê hejmar kesan hat kirin û êş hatin kişandin. Em van hemûyan bîla heq çûyî nahesibînin. Berevajî, hewldana me ya ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, şîroveya me ya rast a dîrokê wê pêşiya me rohnî bike û kengî em utopyayên xwe bi jiyana xwe re bikin yek, em ê karibin gav biavêjin jiyana bi eşqê hatiye hûnandin, ev bi tevahî ji bo vê ne. Ji ber ku ji gavavêtina jiyanên bi hêvî, bi hêz û bi utopya re hewldanên gelekî zehmet divên.
Bûyerên civakî jî di navê de, pêkhatin û bûyerên gerdûnî hemû jî hewcedariya xwe bi rewşek e ku em jêre dibêjin kûantûm û kaotîk heye. Atmosferên kûantûm û kaotîk atmosferên afirîneriyê ne. Herçiqas hebûna wan hûrûkûr nehatibe kolan jî ji sedî sed hene. Bi tevahî pêkhatinên dema dirêj, navîn û kin hem ‘her kêlî’, hem ‘di dema navber de’ ‘diqewimin û diçin’ li ser piya dimînin, û ev mijar êdî yek ji wan mijarên sereke ye ku zanist pêre ji dil eleqedar dibe. Ev a em behs dikin; ‘Kêliya kûantûm’ û ‘neqeba kaosê’ mirov dikare wê weke ‘kêliya xuliqandinê’ jî bi nav bike, nabe ku mirov ji nedîtî ve bê. Di gerdûnê de îhtimala azadiyê di vê ‘kêliyê’ de diqewime. Azadî bi xwe bi ‘kêliya afirandinê’ re têkildar e. Herçiqas bi tevahî pêkhatinên civakî û xweza, hem ji aliyê avabûnê, hem ji bo li ser piya bimînin û hem jî ji aliyê dema jiyanê ve xwedî xisletên cihêwaz bin jî hewcedariya wan bi ‘kêliyên afirandinê’ heye.
Rastiya bi çîrokî weke nîzam, aramî û aştiyê tê vegotin ma ne bêdengiya berxikan e, yan jî ma ne seansên şanoyê yê behsa stûxwarkirina li evdan (kole, benî, serf, karker, kedkar, bi tevahî bindest) dike ne, ma ji vê zêdetir maneyeke hûrûkûr heye? Pirsên der barê şaristaniyê de bê sînor zêde dibin û xwedî maneyeke hûrûkûr in. Ya hînê seyr û sosret ew e ka çawa diwêrin bi zirzopî van çîrokan weke dîrokeke serfiraziyê, dînê pîroz, destanên delalî û eşqê, vedîtinên harîqa, xeyala cennetê ya ku mirov ê rojekê bigihîjinê, dostanî, camêrî û hevgirtinê weke meşeke mirovatiyê ya qederwarî û mutleq pêşkêş dikin. Bêguman armanca kirina van pirsên min ew e ku têkoşerên maneya jiyanê ya bi tenê azadî ye, yên ku cewherê wan qehremanî, pîrozî û eşqa destanwarî ya rastî ye, ez gelekî eleqedarî vî cewherê wan û gotinên wan ên dawî û negotî me; û her weha ez rêzê ji bîranîna wan re digirim û dilsozê wê me. Dareke gulê ji bo parastina gulên xwe yên delal xwe bi stirî û dirîk dike, eger weke dara gulê hewcedarî bi vê yekê hebe, ji bo hêza maneyê belkî ji bo parastina jiyana mirovê azad a bi qasî bêserûbiniyê delal e, divê mirov zanibe şer bike.
Pêşketina nirxên serdema klanê di nav sentezên nû de dewam dikin. Eger îro jî têgînên wekhevî û azadiyê wek du têgînên bingehîn werin naskirin, ev yek bi saya jiyana serdema klaniyê ye. Wekhevî û azadî bêyî bibe têgîneke mirov lê serwext bibe, bi awayekî xwezayî di şêwaza jiyana klan de veşartiye. Ev têgînên bi dizî di bîr û hafiza mirovan de dijîn, dema bêne wendakirin, wê dîsa bi derbên xurt xwe wek pîvanên bingehîn ên civaka pêşketî ferz bikin. Wexta civak ber bi saziya dewlet û hiyarerşîk ve biberide û biçe, azadî û wekheviyê bi dijwarî van saziyan bişopîn in. Ya rastîn a dişopîne di cewherê xwe de civaka klanê bi xwe ye.
Têkiliya sîstemên tehekumkar bi azadiyê re ev e; difikirin ka wê hê çawa bi awayekî çor û rêbazên qurnaz dewam bikin. Jina herî zêde li ser navê wê destanên evînê hatine hûnandin û jina koletiyeke çor li ser hatiye ferzkirin, heman tişt in. Jin mîna çivîka kanarya di qefesê de – mala di bin destê mêr de – tê girtin. Çawa çivîk wexta tê berdan li paş xwe nanere difire û diçe, eger jin hinek zana bibe û cihekî wê lê azad bibe nas bike, mal, qesir, dewlemendî, hêz û kesê nerevê nîne. Potansiyela wê heye ji hemûyan jî bireve. Bi qasî jinê ti hebûn bi girtinê – tinekirin û tepisandina şertên sûbjektîf û objektîf ên pêşketinê – nehatiye mehkûmkirin. Eger hemû analîzên civakî cihê xwe nabînin, plan û bernameyên wan nameşin û bûyerên li derveyî mirovatiyê diqewimin, ev hemû têkiliya wan bi asta koletiya jinê re hene. Ji lewra heta çareseriya jinê, azadî û wekheviya wê nebe, ti pirsgirêka civakê ji binî ve çareser nabe û wekhev-azadiya wê pêk nayê.
Divê li dijî zêhniyeta îqtîdarparêz a mêrê serwer, zêhniyeta xwezayî ya jina azadîxwaz xurt bike û bizanibe di qada îdeolojîk de bi ser bikeve. Divê neyê ji bîrkirin, teslîmiyeta jintiyê ya kevneşopî fizîkî nîne civakî ye. Ji koletiya pê dane vexwarin tê. Ji lewra divê beriya her tiştî di qada îdeolojîk de his û ramanên teslîmbûyî têk bibe.
Ez difikirim ku mirov dikare bibe xwedî helwesteke hînê bi tewazun û ev yek jî hem hewce ye, hem jî mumkîn e. Ya rastî, divê mirov metafizîkê weke şiklekî avakirina civakê bizanibe û di polîtîka, huner, exlaq û fikrê de metafizîkeke nêzî ‘qencî, delalî, azadî û rastiyê’ bibîne û pêşxistina tiştekî wisa jî weke wezîfeyeke bingehîn qebûl dikim. Mirov ne bi tevahî qebûl bike, ne jî bi tevahî red bike û ne jî mirov bikeve nav fikrên beredayî yên serxwebûna tam; divê mirov weke di dîroka civakî de timî hatiye dîtin gera li ‘xweşikî, delalî, qencî, azadî û rastiyê’ dewam bike ku ev cewherê ‘jiyana bi fazîlet û feraset’ e. Ez bawer dikim ku di civakê de ya jiyanê manedar dike, hunerê vê jiyana bi fazîlet e.
Rêber Apo