NAVENDA NÛÇEYAN –
Nasnav: Berfîn Roza
Nav û Paşnav: Selma Avcı
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 3.3.1983/Konya (Eslê Wê Ji Mêrdînê)
Navê Dayikê: Atiye
Navê Bav: Muhyettin
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 9.12.2001/Konya
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan
Jı Bo Bîranîna Rêhevala Berfîn Roza (Selma Avcı)
Mirov di hinek kilêyan de wisa dihilhile ku weke carekî din nayê serxwe dihizire. Mutlaqa kêliyên wisa di jiyana her mirovî de hene. Di jiyana hinek mirovan de dibe ku kêliyên wiha pir zêde hebin. Bigotina mînaka “Dilê me mîna pelên cigarayê hesas bûye, ger tu destê xwe lêbixî, dibe ku di her kêliyê de biqete û parçe bibe, lêhatibe.”
Ger ji destê min hatibûna, pênûsa min bihêzbûna, hestên min bikarîbûna helbestê binivîsîne, ku weke din jî xweda kêrhatina awazdayînê jî dabûna min, weke din jî dengekî min ên pir xweş jî hebûna, min ê ji bona rêhevala xwe Berfîn nivîsa di cîhanê de ya herî xweşik, helbesta herî xweşik, awaza herî xweşik binivîsîna û bi strana herî bi bandor anîbûna ser ziman. Çi şayanî ji xwedawendekê re hebe û çi lêwere, her demî û di hemû deman de ji wê hezar qatî hîn zêdetir şayanî rêhevala Berfîn bû û li wê dihat.
Hevala Berfîn hîn beriya wê di nava xebatên li Qendîl, Xakûrkê û li Zagrosan de cih girtibû, piştî wê perwerdeyekê li Akademiya Mahsum Korkmaz dibîne û pêde, weke berpirsiyariya jin a HPG-BÎM’ê hatibû rêkirin. Ji perwerdeyê di asta bolûkê de tê erkdarkirin û derketibû. Hîn beriya wê weke min gotî, gerîlatiya xwe di pratîkên Cîlo û Çarçelayê de ceribandibû. Min beriya van pratîkan cara yekemîn mîn didît ku jin –ger min ew di wan salan de nasnekiribe jî- muhabereya giştî dike.
Li gorî min taybetmendiya herî diyarkar a rêhevala Berfîn, pînavên rêzdayîna herî hesas li hemberî mirovan dida nîşandin bû. Piştî wê dema em bi hev re man û pêde, ez lêdinêrim ku li dorhêleke pir bi sift di bin bandora Îslamî de mezin bûye. Heta dema tê çiya bixwe jî nixamtî bûye. Di nirxdaraziyên wê yên olî de, pîvanên exlaqî pir li pêş bûn. Wisa ye ku di mirovên bi exlaqê olî mezin dibin de li hemberî mirovan nezaket, zarafet û nazikî pir li pêş in. Min ev yek gelek rêhevalên bi çanda Elewitiyê mezin bûyîne jî dîtiye. Û helbet min ev yek ew rêhevalên ku ji çanda Xirîstaniyê hatine jî dîtiye. Ew pîvanên exlaqî bi awayeke rast dema ku bi pîvanên azadixwaziyê ve dibe yek, pir zêde nêzîkatiya aliyên wê yên mirovî ku ew bixwe jî serekîne derdikevin holê. Û vaye bi rastî jî rêhevala Berfîn ji mijara rêzdayînê ve bi yek gotinê bê qusur bû. Di pîvanên wê yê rêzdayînê de nirxdaraziyên feodal tine bûn. Wê netenê ji bona ku kesên ji wê mezintir, zilam û berpirsiyar in rêzdayîna xwe dida raberkirin, wê ji bona ku kesên beramberî wê rêheval in, di asteke mirov jê bawer nedikir de, bi nazikî nêzîkî wan dibû û rêzdayîna xwe dida raberkirin.
Belê, ji bona min Berfîn dihat wateya dîsîplînê. Ji bona min Berfîn rêkûpêkî bû. Ji bona min Berfîn dihat wateya sadebûnî û xweşkibûniyê.
Taybetmendiyeke din a Rêhevala Berfîn ku herî zêdetir bal dikişand, di asta herî bilind de her kesî/ê ji wê hez dikir. Şoreşgertî; parvekirine, hevbeşbûyîne û komûnbûyîne. Bi misogerî şoreşgertî ev in. Lê sedema ku evqasî jimareke zêde ya hezkiriyên rêhevala Berfîn heyî, ger ez bi aweyeke rast li xwe mikur werim, dema ku ew ji aliyê her kesan ve bi heyrantî dihat şopandin, ger min ji ti kesan re negotibe jî, min her tim ji wê yekê hesûd dimam.
Bi misogerî di bin pejirandina wê de pîvanên rêzdayîna bilind hebû. Di bin pejirandina wê de rêxistinbûyîn û dîsîplîneke ya balkêş hebû. Û helbet weke din jî li gel dilnimzbûnê, ew di cîhanê dê xwediya kenîna herî xweşik bû. Ez dihizirim ku gelek kêm mîrov mîna rêhevala Berfîn dikeniyan. Li gel wê kenê xweşik ên cîhanê, sadebûna wê ya heta dereceya ku jê neyê bawer kirin dida mirovan hebû. Kîjanî ji vê yekê re digotin dirustbûnî. Kîjanî ji vê yekê re digot fedabûnî. Dema ku hûn li gel rêhevala Berfîn bûna, nêzîkatiya wê ya li hember we çibûbûna, we dizanî ku li pişt we jî heman tişt e. Ango tiştên ku ji we re bigotibûna bi awayeke vekirî, bê ku xwe bide paş û bê sansûr digot. Ez pir hindik rastî mirovên mîna hevala Berfîn biciret rexne bike, hatime. Ev yek nayê maneya ku rêheval rexne nakin. Lê belê di encamê de mirov xwediyê avaniyeke civakî ye. Ji bona wê yekê neçar dibin ku tevayî hesasiyeta mirovan ên bi hev re dijîn li ber çavan bigirin. Ji bona vê yekê li hin cihan tiştên ku hûn dixwazin bibêjin rasterast di rûyê rêhevalên xwe de nebêjin. Çiqasî dikare rabike, wê rexne çiqasî cihê xwe bigirin, mirov hesabê vê yekê jî dike.
Vaye ew rêhevalê me yê di temen de ji hevala Berfîn pir mezintir e, yek du caran ew rêgez îhlal kiribû. Rêhevala Berfîn, di ya yekemîn de ew bi sivikî rexne kiribû. Ew rexneyekî di asta hişyarbûyînê de bû. Di rexneya duwemîn de hîn hişktir bû. Di ya sêyemîn de qiyamet rakiribû. Weke ji warê naverokê ve di tarz û dozaja ku erd heziya de be, rexneyeke kiribû. Ez bi awayeke eşkere bibêjim, ew rexne, ger hevalake din a jin kiribûna, em devjêberdin rêhevalê pîr ê zilam wê bipejirîne, dikarî qiyametê derbixîne. Encax dema mijara gotinê dibe rêhevala Berfîn, mîna ku wî hevalî bi yek gotin tenê jî nekir, bawer bikin piştî tekmîlê, biqasî ku bibêje; “Vaye ez ji vî alî ve û sekna rêgezî û bêtawîz a rêhevala Berfîn heyranim” rêhevalekî wiha ya rêzdayînê dayî raberkirin bû. Belê, rêhevala Berfîn weke din jî hêza bandorkirina wê ya wiha li ser mirovan dida kirin hebû. Di rastiyê de ew li kûderê dibû bila bibe, ew her tim di rewşeke di nîvenga organîzekirina karan de bû. Ew wisa bû ku, ew li kûderê bûna, jiyan li wir, li derdora wê dizivirî.
Tişta ku min dixwest li jor bibêjim, rêhevala Berfîn mîlîtaneke ciwan a hîn di 25 an jî 26 saliya xwe de bû. Û di wî temenî de, ger li nava gerîla yên ji warê temen ve ji we gelekî mezintir rêheval û fermandar an jî rêveber hebin û jiyan li derdora we bizivire, ev yek tê wê wateyê ku li wir tişteke din heye. Ya di mijarê de heyî ger jinek be, ev yek tê wê wateyê ku li wir xwedawendek heye. Ya hîn rastir li wir dayika xwedawend heye.
Û bi rastî jî rêhevala Berfîn, di asta xweşikbûyîna dayika xwedawend, germbûyîn, şamilbûn, rêxistinbûyînekê de û mîlîtaneke jin a PKK’yî bû.
Min kenîna wê gotibû. Bi qasî kenîna xwe ve dengeke wê ya pir xweş jî hebû. Bi giranî dengbêjî digot. Dema wê digot, her kes matmayî dima.
Belê, dema em qala Berfînê dikin, em qala gotina wê ya “Şoreşger henekên xwe li mirinê dikin û kesayetiyên ku himêza xwe ji jiyana azad û rastiyê re didin vekirin, dikin. Bi qasî di oxira jiyanê de dimirin jê hez dikin, bûyîna lêgera rêhevalên rêhevalan bixwe ye. Û ez jî di wê îddîa û biryardariya de me” bi qasî ku vê yekê bibêje kesayetiyeke hişk bû.
Berfîn bi Tirkî tê wateya Kardelen. Befîn guleke di mercên herî zor ên avheweya Kurdistanê de lêhêşîn dibe. Guleke hem pir narîn e, hem jî rexmî di avheweya pir hişk de berfê kun dike û jiyan jê dibare. Ji bona vê yekê ye ku gul û kulîlka gerîlayan Berfîn e. Û bi rastî jî rêhevala Berfîn mîna gul û kulîlka Berfîn bixwe bû.
Rojekê hevala Berfîn ji min re got; “Şaş fêm neke, lê her roja ku derbas dibe, ez hîn zêdetir ji navê xwe hez dikim. Min bixwe navê “BERFÎN” li xwe kiribû û lê min wateya wê nedizanî. Rojekê hevalek ji min pirs kir û got, tu wateya navê Berfîn dizanî. Min jî got na. Wê jî got, bi Tirkî tê wateya KARDELEN, gotibû Berfîn jî guleke di nava berfê de derdikeve.
Piştre ez fêrbûm ku Berfîn guleke pir narîn û hesas e, bi asîbûniya xwe ve berfê kun dike û derdikeve. Lê aşiqî rojê bûye û dema rojê dibîne dimire. Ez tenê dixwazim vê hevoka dawiyê bidim guhertin. Ango ne dema ku rojê dibîne dimire, ez ê bibim ya dijî û dide jiyankirin. Ango fêm bike ku îddîaya min a jiyanê pir mezin e” vaye tişta ku min dixwest bibêjim; ew, biqasî Gulberfînê asî bû.
Rêhevala Berfîn bi rastî jî ez ê nebêjim di nava jiyana têkoşînê de, min di tevayî jiyana xwe de, miroveke ewqas herî narîn, herî nazik, herî zarafet dagirtî nedîtibû, ew li gel van yekan jî wê li hember şaşitiyan jî miroveke xwediya helwest û bertekên herî hişk bû. Ji bona vê yekê min rêhevala Berfîn şibandiye yek-du rêhevalan. Encax ew rêhevalên jin pir pir di aliyê temen de ji rêhevala Berfîn mezintir bûn. Yek ji wan jî rêhevala Nûda bû. Ya din jî rêhevala jin ku ez pir binirx didimê rêhevala…
Bi misogerî rêhevala Berfîn şopeke mezin li ser min hiştiye, mimkûne ku taybetmendiyeke wê ya din li ser rêhevalên din jî kirî be hebe, rexmê ku bi temeneke wê ya ciwanî; şoreş û şoreşgertiyê ewqasî cidî digirt û xwe li gorî wê cidiyetê tevlî dikir û amade dikir. Miroveke di wê temenî de vê rêgeza bingehîn a şoreşgertiyê di vê astê de fêmkirin, bi rastî jî pir balkêş bû.
Mirov ne vala vala: “Dema dîroka PKK’ê guhdarî dike, mirov rastî gelek hest, kîn û hêrsan tê û mirov van di nava hev de dijî. Rexmê ku Kurdan evqasî tişt di nava hev de jiyankirine, hîn jî herdu çavên xwe ji cîhanê re nedayîne vekirin. Me ev dîroka lanetî nexwestibû, ev yek neçarenûsek e, em ê ya ku tê xwestin û li gorî rastiyan bijîn û dewrî mirovahiyê bikin” negotine.
Mirov encax xweziya xwe pê anîn û bi heyrantî dikarî pê ve bê girêdan. Mirov encax ji nîvê kezeba xwe ve ciheke mezin ji wê re dabûna vekirin û pê ve bihatibûna girêdan. Mirov encax ji wê re bibêje, ger rêhevaltiyeke hebe, divê ew jî mîna rêhevaltiyeke bibe ya te.
Ji bona vê yekê ez dizanim ku ji wê re bûyîna rêheval jî pir bi zor e. Dema ku tu ji wê re bibêjî “rêhevala min e” peywir dikeve ser milê mirovan. Dema ku tu ji wê re bibêjî “rêhevala min e û em bi hev re mayîne” mîsyona mîlîtantiyeke pir mezin dikeve ser milê mirovan.
Wateya bi rêhevala Berfîn re bûyîna rêheval, tê wateya tu xakên ku wê canê xwe di ber de dayî bi azadkirinê ve li ser derbas dibî.
Ger tu bibêjî ez ê bi Berfîn re bibim rêheval, divê tu mîna wê bibêjî; “Jiyaneke hatî dayîn pêşkêşî me dikin, lê ez li şûna wê dixwazim bibim ji yek pêkanîna xeyalên gelek keçên ciwan” heta biqasî parçeyeke azad ên xaka welat bidî avakirin, bi înadî li ber xwe dayîn û bi têkoşînê re derbas dibî.
Ger tu bibêjî ez ê bi Berfîn re bibim rêheval, divê tu mîna wê bibî çavkaniya moralê ya ji tevayî rêhevalan re derbas dibî.
Ger tu bibêjî ez ê bi Berfîn re bibim rêheval, divê tu mîna wê tevayî barên giran ên şoreşê bi înadî rakirinê re derbas dibî.
Û ger tu bibêjî ez ê bi Berfîn re bibim rêheval, divê tu li hember jin û tevgera jinê hîn zêdetir bi rêzdayîn girtinê re derbas dibî.
Û ger tu bibêjî ez ê bi Berfîn re bibim rêheval, divê tu jî mîna wê bibêjî; “Ji bona ku em jî rastî û fazîleta agir fêm bikin, em ê te bişopînin. Em ê bibêjîn agir, agirê herî xweşik me bişewitîne, jiyanê ji me re vebibêje, vebibêje ku çima jiyan ji wê pêkhatiyê û avabûye, da ku em jî fêr bibînin” bi vê gotina wê re derbas dibî.
Û helbet weke din jî ger tu bibêjî ez ê bibim rêhevala rêheval Berfîn û îdîayeke te ya wiha hebe, divê tu li her cihî mîna Berfînan û mîna Kardelanan di avheweya herî hişk bixwe de jî ji bona azadî û jiyanên azadiyê bizanibî bipijikî re derbas dibî…
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê