RIHA – Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, zêdeyî saleke li ber Edliyaye Rihayê çalakiyê dikin.
Malbata Şenyaşar ku 9’ê Adara 2021’ê dest bi nobedê kir, di roja 381’ê de careke din hate ber edliyeyê.
Li ser hesabê Twitterê yê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin:
“Rojekê wê dayika ji bo edaletê têdikoşe teqez bi ser bikeve. Hiqûqa serweran wê bi dawî bibe. Rûmeta mirovahiyê û edalet wê bi ser bikevin.”