AGIRÎ – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Akif Yilmaz a girêdayî DGH’ê li dijî mala Şahîn Yilmaz ê ku bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker bi fuhûş û tiryakê hewl dide ciwanên Kurd xera bike, çalakiyek li dar xist. Yekîneya Tolhildanê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya xwe eşkere kir û diyar kir ku çalakiyên wan ên li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirêj ên li ser ciwanên Kurdistanê tê kirin wê bidomin.
Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Akîf Yilmaz a têkildarî çalakiya wan wiha ye;
“Endamê bi navê Şahîn Yildiz ê ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike û ji bo civakê xirab bike û ciwanên Kurd ji têkoşîna li Agiriyê dûr bixe, fihûş û tiryakê dike, ji aliyê hêzên me ve hate hişyarkirin. 10’ê Adara 2022’an di saet 01.00’an de hate hedefgirtin ku bi armanca dewleta Tirk a dagirker re exlaqê civakî tine bike şandin navenda Agiriyê. Her polîtîkaya ku ji bo di nava xaka Kurdistanê de ciwan û jinên ciwan bixin nava xwe, wê hesab bê pirsîn. Her kesê ku bi dijmin re hevkariyê bike hedefa me ye.”