AMED – Di pîrozbahiya Newroza Amedê de polîsan di ketina qadê de astengî derxistin û êrişî gel kirin.
Sedema binçavkirinê jî îdiayên “qanûna meş û çalakiyan binpê kiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hatin nîşandan. Her wiha di dema îfadegirtinê de polîsan ev pirs ji binçavkiriyan kirin: “Tu çawa beşdarî Newrozê bûy? Te çawa zanî dê pîrozbahî bê kirin? Tu bi kîjan armancê tev li bûy?”
Ji bilî 35 kesan, tevahiya kesên hatibûn binçavkirin piştî kar û barên îfadeyê yên li emniyet û dozgeriyê hatin berdan. Îfadeyên 35 binçavkiriyan îro li emniyet û dozgeriyê xelas bûn û şandin dadgehê. Ji binçavkiriyan 34 jê hatin berdan û ciwanê bi navê Bariş T. ê 19 salî jî hate girtin.
Dirûşmên ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine berzkirin û flamayên bi rengên kesk û sor û zer weke hinceta girtina Bariş T. hatin nîşandan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava wan flamayan de rengê zer tune bû lê dadgehê weke ku her sê reng hatibin bikaranîn nîşan da.
Qanûna Bingehîn û Dadgeha Bilind di biryarên xwe yên berê de diyar kiribûn ku dirûşma “Bijî Serok Apo” di çarçoveya “azadiya fikr û raman” de ye. Hat zanîn ku parêzerê Bariş T. ev biryar weke biryareke mînak nîşan da û îtîraz kiriye.